EDENE – Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê, derbarê 7 jê girtî 25 endamên Meclîsa Ciwanan a HDP’a Edeneyê de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” îdianame amade kir. Îdianame ji aliyê Dadgeha Cezayê Giran a 2’yan a Edeneyê ve jî hat qebûlkirin. Wê danişîna ewil a dozê di 30’yê Çileya 2020’an de pêk bê.
Dozger, îfadeyên îtirafkaran ên derbarê meclîsa ciwanan de esas girtiye. Her çend di dosyeyê de delîl tunebin jî dozger ji bo kesên navbirî gotiye “dibe ku çalakiyên molotofî pêk bînin”.
‘AJANS HEDEF HATIN NÎŞANDAN’
Her wiha di îdianameyê de nûçeyên derbarê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê de ku ji aliyê Ajansa Nûçeyan a Mezopotamyayê (MA), Nûçe ciwan û ANFP’ê ve hatine çêkirin jî cih girtine. Û çalakiyên demokratîk ên ciwanan ên derbarê çalakiyên greva birçûbûnê de û hevpeyvînên wan ên di ajansan de jî sûc hatine hesibandin.
ÇavKanî: Mezopotamya Ajansı