NAVENDA NÛÇEYAN – Kolberê bi navê Ezîz Mehrûfî li herêma Bêmzerete ya ser bi bajarê Şino di êrîşa hêzên dewleta dagirker a Îranê de hate jiyana xwe ji dest da.
Li gorî nûçeya Kolbernews’ê, şevê din hêzên dewleta Îranê li ser sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Başûrê Kurdistanê de, li herêma Şino êrişî komek kolber kir. Di encamê kolberekî jiyana xwe ji dest da.
Li gorî heman çavkaniyê navê kolberê jiyana xwe ji dest dayî, Ezîz Mehrûfî yê ji gundê Bêmzerete ya ser bi bajarê Şino ye.