NAVENDA NÛÇEYAN – Platforma Defend Rojava ji ber ku ew ê serçete Erdogan tevlî forûma li Cenevreyê bibe, îro daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin ku, “Ew ê Erdoganê dîktator di 17-18’ê Kanûna 2019’an de tevlî Forûma Penaberan a Global a 1’emîn bibe. Erdogan qatilê jin û zarokan e. Erdogan ji 9’ê Cotmehê û vir ve li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şerekî dermirovahiyê daye destpêkirin û gelê li wir qetil dike.”
Em bang li hemû demokrat, akademîsyen, nivîskar û hunermendan dikin ku di 17’ê Kanûnê de saet di 11.00’an de li Qada Placed des Natîons Geneve ya Cenevreyê em bicivin.”