RANYA – Li navçeya Ranya ya girêdayî Silêmaniyê 2 şervanên YPG’ê di çilrojiya şehadeta xwe de bi merasîmekê hatin biranîn.
Şervanên YPG’ê Delîl Xalid û Karzan Xurşîd li navçeya Ranya ya Silêmaniyê bi merasîmekê di çilrojiya şehadeta xwe de hatin bîranîn.
Merasîma gelek kes beşdar bûn bi deqeyek rêzgirtina ji bo şehîdan dest pê kir.
Piştî rêzgirtinê peyama Komîteya Şehîdên PKK’ê ya Başûrê Kurdistanê ji aliyê Beyan Ferec ve hat dayîn.
‘Ji Kobanî, Merîwan û Amed ciwan ji bo parastina Kerkûkê hatin’
Li dû peyamê berpirsê Malbenda 24 a YNK’ê Westa Resul axivî. Resul got, “Me dît duh ciwanên Kobanî, Merîwan û Amedê ji bo parastina Kerkûk û herêmên din Kurdistanê piştgirî dan hêzên pêşmergeyan. Îro jî bi heman rengî ciwanên Başûrê Kurdistanê ji bo parastina destketiyên gelê Kurd berê xwe dan Rojavayê Kurdistanê.”
‘Pêwîst e li hember dewleta Tirk em bibin yek’
Hevserokê Tevgera Azadî ya Herêma Raperîn Xalid Mistefa jî wiha axivî: “Şehîdan canê xwe ji bo parastin û yekîtiya neteweyî fedayî niştîman kirin. Çawa li hemberî DAIŞ’ê hemû hêzên Kurd bûn yek, îro jî bi heman ruhî li hemberî dewleta Tirk a dagiker û hemû dijminên Kurd pêwîst e em bibin yek.”
Merasîm bi dirûşma “Şehîd Namirin” bi dawî bû.