REQA – Mihrîcan li Qada Stada Şeşgoşe li navenda bajarê Reqayê lidar ket. Bi sedan ciwanên Reqa, Dêrazorê, Tebqa tevî endamên navendên çandî yên Reqa, Tebqa û Dêrazorê û bi dehan şêniyên bajarê Reqayê tev li mihrîcanê bûn.
Di mihrîcanê de gelek berhemên hunerî ji stran, şano û helbest girêdayî binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, berxwedan û têkoşînê li hember dagirkeriyê hatin pêşendan.
Mihrîcan bi deqeyek rêzgirtin destpê kir. Paşê gelek axaftin bi navên Meclisa Ciwanan a Reqayê endamê rêveber Enwer Mihemed, Meclisa Qanûnsaz a Reqayê hevseroka meclisê Lîlav Xelîl hatin kirin.
Axaftvanan kedên ciwanan û rola wan di têkoşîn û berxwedana li hember êrişkeran silav kirin.
Her wiha teqez kirin ku berxwedan û têkoşîn li hember dagirkeriyê berdewam e heya ku dagirkeran ji tevahiya axa dagirkirî derdikeve. Axaftvanan teqezî li yekitiya axa Sûriyê, serxwebûna wê û azadiya gelên wê kirin.
Piştî bidawîbûna axaftinan destpêkê sinevizyonek girêdayî kurtejiyana şehîd Hevrîn xelef hate pêşkêşkirin. Piştre Komîteya Ciwan û Werzîşê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê berhemek li ser hunerên Keratê pêşkêş kir.
Koma Çand û Hunerê ya Tebqayê têkildarî binpêkirin, sûcên dagirkeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li dijî jinê û şêniyan şanoyek pêşendan.
Her wiha endama rêveber a Ciwanên Dêrazorê Leyla El-Şelaf helbestên têkildarî berxwedanê û lehengiya şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk û rola ciwanan di berxwedanê de vegotin.
Di dawiya mihrîcanê de koma çandî ya Reqayê stranên gelêrî yên herêmên Reqa, Dêrazor û Tebqayê vegotin.