Rêberê Gelan Abdullah Ocalan
Bi pirranî têkiliya wekhevî û azadiyê tê tevlîhevkirin. Lê ya rastî, bi qasî têkiliyên wê yên bi demokrasiyê re têkiliyên di navbera herduyan de tevlîhev û bi pirsgirêk in. Em carinan dibînin ku dema azadî berdêlê dide wekheviyeke tam pêk tê. Gelek caran tê destnîşankirin ku herdu bi hev re nabin, yek divê tawîzê bide. Herweha tê diyarkirin ku azadî jî weke berdêl, divê carnan ji wekheviyê tawîzê bide.
Eşkerekirina cudahiya di navbera herdu têgînan ango xwezaya herdu fenomenan de ji bo rast diyarkirina pirsgirêkê hewce dike. Têgîna wekheviyê zêdetir bêjeyeke huqûqî ye. Bêyî ku cudahiyê bixe navbera ferd û koman, parvekirina heman heqî ferz dike. Lê cudahî û cihêwazî bi qasî gerdûnê xisleteke bingehîn a civakê ye. Cudatî têgîneke welê ye, li parvekirina heq a heman cureyî girtî ye. Wekhevî kengî cudahiyan esas bigire, dikare manedar bibe. Yek ji sedemên herî girîng ên serneketina têgihiştina wekheviyê ya sosyalîzmê ew bû, hesabê cudatiyê nekir, nedît. Ev jî yek ji sedemên girîng bû ku dawiya wê anî. Dadeke rastî, kengî bi têgihiştineke wekheviyê ya cudatiyan bike bingeh, rabe dikare pêk bê.
Em wexta tespît dikin ku azadî bi têgîna cudabûnê ve gelekî girêdayî ye, kengî wekhevî bi cudabûnê ve were girêdan, dikare girêdaneke manedar bi azadiyê re pêk bê. Pevgirêdana azadî û wekheviyê, yek ji hedefên bingehîn ê polîtîkaya civakî ye.
Nabe ku li vir em behsa guftûgoya di navbera têgîna azadiya ferdî û kolektîf de nekin. Hewl tê dayîn ku van herdu kategoriyan weke azadiya negatîf û ya pozîtîv jî bidin naskirin. Ji lewra danasîna têkiliya di navbera van herdu kategoriyan de hê jî girîng e. Modernîteya kapîtalîst a azadiya ferdî (azadiya negatîf) rakir pêdarê, bêguman ev yek di berdêla zirardaneke mezin a kolektîvîzma civakê de pêk anî. Gelekî girîng e ku mirov tespît bike, azadiya ferdî ya roja me ya îro polîtîkaya civakî herî kêm bi qasî diyardeya desthilatdariyê diqedîne. Rohnîkirina rola ferdparêziyê di hilweşandina civakê de, nexasim di înkarkirina exlaq û polîtîkayê de ji bo guftûgoyên azadiyê, pirsgirêka herî girîng e.
Civaka bi ferdparêziyê hatibe atomîzekirin ti taqeta wê namîne, ji bo ku li ber amûrên sermaye û desthilatdariyê rabe. Wexta em vê dibêjin, em baştir dikarin rîska kansêrbûna pirsgirêka civakî fêhm bikin. Eger mirov ferdparêziya civakî weke çavkaniyeke bingehîn a azadî û polîtîkaya civakî diqedîne destnîşan bike, ev yek dikare ji bo gavavêtineke manedar zemîn pêşkêş bike. Bêguman em li vir ferdîtiyê nakin mewzûbehs, em guftûgo nakin ku ferdîtî pêdiviyek e. Ya tê guftûgokirin ferdparêziya îdeolojîk e, lîberalîzm e, ev ferdparêziya tê îdealîzekirin, azadî û polîtîkaya civakî diqedîne.
Jixwe di vê rewşê de me azadiya kolektîf guftûgo kiriye. Em divê bi girîngî diyar bikin ku ji bo pêkhatina azadiya bi rastî bi qasî ferdîtiyê, pêwîst e ku her cure kom (qebîle, qewm, netewe, çîn, pîşe û hwd.) nasnameya xwe diyar bike, berjewendiyên xwe tedarik bike û xwedî li ewlekariya xwe derkeve. Hingê li ser van hîman em dikarin behsa azadiyên ferdî û kolektîf ên di nava ahengekê de xwe gihandibin nîzama civakeke azad a omptîmal bikin. Herçiqasî weke qutbên dijber hatibin terîfkirin jî di navbera azadiyên lîberalîzmê bi maneya ferdparêziyê rakirin pêdarê û azadiyên sosyalîzma pêkhatî bi navê kolektîvîzmê rakirin pêdarê de wekheviyeke xurt heye û ev yek jî bi ceribandina sedsala 20. derketiye holê. Herdu jî ji aliyê lîberalîzmê ve weke alternatîf hatine danîn. Wexta ku em bibêjin dekûdolaba dewletgirî û taybetîkirinê bi heman destî tê gerandin, hingî xusûsa em dixwazin rave bikin jî wê baştir bê fêhmkirin.
Piştî sedsala 20. zirar û ziyana mezin a ferdgirî (lîberalîzma hov) û modelên kolektîvîzmê (sosyalîzma firewnî) yên hatin ceribandin derketin holê, pirr baş eşkere bûye ku civaka demokratîk ji bo lihevanîna azadiyên ferdî û yên kolektîf zemînê herî çê pêşkêş dike. Em dikarin diyar bikin ku civaka demokratîk bi qasî ku balansa azadiyên ferdî û kolektîf pêk tîne, bi têgihiştineke wekheviyê ya cudahiyan esas digire radibe û mirov dikare bibêje ku di pêkanîna vê têgihiştinê de jî rejîma polîtîk civakî ya herî di cih de ye.
Fikrên nijadperest û dîndar ên ji rêûresmê jî herî kêm bi qasî hegemonyadariya pozitivîst a îdeolojiya modernîteya kapîtalîst hegemonîk in. Di nava kategoriyên sereke de ku behsa wan hat kirin, hewldanên îdeolojîk ên xwe disipêrin azadîxwaziyê, mirov dikare wan weke îdeolojiyên azadiyê binirxîne. Bi tenê mirov dikare bi van îdeolojiyên azadiyê pirsgirêkên demokratîkbûnê û rêyên çareseriyê bide fêhmkirin û bi cih bîne. Azadiya îdeolojîk nebe gavên demokratîkbûnê dikarin bihilkumin û bikevin kontrola îdeolojiyên hegemonîk. Azadiya îdeolojîk bi heqîqeta xwezaya civakî re têkildar e, û bi pêkanîna civaka demokratîk û bi cihanîna wê misêwa xwe îfade dike. Heqîqeta civakî bi awayekî azad îfadekirina rastiyên civaka demokratîk e.
Ez dema şax û aliyên jiyana neteweyî ya demokratîk diyar bikim, ji bo em nekevin şaşiyekê ji niha ve divê ez di xusûsekê de hişyar bikim. Ew jî ev e; neteweya demokratîk an jî cureyeke din a jiyana neteweyî timî ji aliyê zêhnî û sazî ve yekpare ye. Bi giştî civak, bi taybetî jî civakên neteweyî yên demokratîk, dema têne tehlîlkirin ji bo bi hêsanî bêne fêhmkirin şax û aliyên wan ji hev têne derxistin û li gorî qad û beşan têne analîzkirin. Lê ev beş, şax û alî bi serê xwe ji yekpare û tevahiyê qut nînin û bi serê xwe çênabin. Eger em civakan, nexasim neteweyên demokratîk ên serdema me bişibînin organîzmayeke zindî û ruhber, bi tevahî alî û şax weke organîzmayeke zindî ya yekpare û bi ser hev ve dijîn. Ango herçiqasî her alî û şax yek bi yek bêne rêzkirin jî divê timî hemû parçe weke beş û şaxên yek lem û yekpareyê li ber çavan bêne girtin.
Ferd û welatiyê neteweya demokratîk bi qasî azad e, ewqasî jî divê kominal be. Ferdê azad ê sexte yê ferdperestiya kapîtalîst ku li dijî civakê hatiye sorkirin, bi xwe di nava koletiyeke pêşketî de ye. Lê îdeolojiya lîberal îmajeke welê çêdike, mîna ku ferd di civakê de xwedî azadiyên bêserûbinî ye. Rastî bi xwe tiştekî din e, ferdê koleyê kedê yê mûçegir meyla kara herî zêde pêk tîne, wê vediguherîne sîstema hegemonîk û ev ferd şêweyê koletiya herî bipêşxistî temsîl dike. Ferdê em behsa wî dikin di nava perwerde û jiyana pratîk a dewleta netewe de tê afirandin. Ji ber ku bi serweriya pereyan ve hatiye girêdan, sîstema heqdestiyê mîna toqa kûçikekî xistibin stûyê wî çawa dixwazin wî wisa dimeşînin û bi ku deverê ve bixwazin berê wî didin wir. Ji ber ku ji bo bijî wekî din ti çareya wî tineye. Eger jê bireve ango bêkariyê tercîh bike, ev jî bi awayekî perpitîna şipiya îfade dike. Jixwe ferdperestiya kapîtalîst li ser bingehê înkara civakê bi gewde bûye. Bawer dike ku çiqasî rêûresm û çanda civaka dîrokî înkar bike wê karibe xwe pêk bîne, bi gewde bike. Berevajîkirina herî mezin a îdeolojiya lîberal jî ev e. Slogana wê ya sereke jî bi vî rengî ye, Ferd heye, civak tineye. Kapîtalîzm sîstemek e ku bi nexweşî û şewbê ye, û li ser bingehê qedandin û nehiştina civakê heye.
Li hemberî vê, ferdê neteweya demokratîk azadiya xwe di kominalîteya civakê de dibîne ango di civakên piçûk ên bêhtir kêrhatî de dibîne. Kom an komina demokratîk û azad dibistana bingehîn e ku ferdê neteweya demokratîk lê çêdibe. Yê nebe komin, yê bi kominî nejî, ferdîtiya wî jî pêk nayê. Gelek cureyên kominan hene û di her qada jiyanê de dibin. Li gorî cudahiyan, ferd ji kominekê zêdetir dikare di nava koman de cih bigire. Ya girîng ew e, ferd li gorî qabîliyetên xwe, li gorî ked û cudahiyên xwe zanibe di nava koman de cih bigire. Ferd berpirsiyariya xwe ya beramberî komin an jî koma girêdayî wê ye, weke pîvana sereke ya exlaqîbûnê dihesibîne.. Exlaq girêdan û hurmeta ji bo jiyana komin îfade dike. Komin yan kom jî heta dawiyê xwedî li ferdên xwe derdikeve, bi vê jî wan diparêze û jiyana wan misoger dike. Jixwe prensîba bingehîn a avabûna civak û komina mirov ev prensîba berpirsiyariya exlaqî ye. Karektera demokratîk a kom û kominan azadiya kolektîf pêk tîne, bi gotineke din kom û kominên polîtîk pêk tînin. Kom û kominên ne demokratîk nikarin polîtîk bibin. Kom û komina ne polîtîk jî nikare azad bibe. Di navbera demokratî, polîtîkî û azadiya kominê de wekheviyeke şidandî û hişk heye.
Hingê em dikarin şax û aliyê sereke û pêşî yê neteweya demokratîk di çarçoveya komin û ferdê wê de bi vî awayî bidin nasîn. Şertê pêşî yê neteweya demokratîk ew e, divê ferd azad be û vê azadiya xwe bi kom û komina pêve girêdayî ye, li ser bingehê polîtîkaya demokratîk pêk bîne. Ferd û welatiyê neteweya demokratîk bi sedema ku di bin banê dewleta netewe de dijî terîfa wî berfireh dibe. Di vê rewşê de, di çarçoveya welatiyê destûrî de welatî û ferdê neteweya demokratîk e, di heman demê de yê dewleta netewe ye. Li vir xusûsa girîng ew e, statuya neteweya demokratîk tê naskirin ango xweseriya demokratîk di destûra neteweyî de bi statuyeke huqûqî tê diyarkirin. Statuya neteweyî ya demokratîk du aliyê xwe hene: Ya yekê, di nava xwe de pêkhatina statu, qanûn an destûra xweseriya demokratîk îfade dike. Ya diduyan, statuya xweseriyê weke beşekî jêr ê destûra neteweyî tê tenzîmkirin. Li gelek welatên Yekîtiya Ewrûpayê, heta li welatên dinyayê di destûrên bingehîn de tenzîmkirina statuyên bi vî rengî heye.
Tevî ku avakirina neteweya demokratîk a xwe disipêre bihevrebûna komin û ferd-welatiyê azad a KCK yekalî pêk tîne esas e, bi dewletên netewe yên serdest re ku statuya xweseriya demokratîk qebûl bikin, di çarçoveya destûra demokratîk a neteweyî de gavavêtina çareseriyê mumkîn e. Şêweyê avabûna KCKê li herdu statuyan vekiriye, ango li jiyana ferd-welatî û komên azad û heman jiyana bi qanûn û destûra bingehîn hatiye misogerkirin.
Endametiya KCKê mirov dikare weke ferd û welatiyê azad ê neteweya demokratîk jî bide naskirin. Lê divê mirov vê endametiyê bi welatibûna dewleta netewe re tevlîhev neke. Welatîbûna dewleta netewe statuya koletiya modern diyar dike. Ferdeperestiya kapîtalîzmê evdîtiya mutleq a ji xwedayê dewleta netewe re, welatîbûna neteweya demokratîk jî bi awayekî rastî bûyîna ferdê azad îfade dike. Kurd dikarin welatîbûna xwe ya neteweya demokratîk di bin statuya KCKê de pêk bînin. Lewma mirov endametiya KCKê weke nasnameya welatiyê neteweya demokratîk îfade bike wê ev danasîneke di cih de be. Kurd divê bibin welatiyê neteweya demokratîk, ev hem mafekî wan ê dest jê nabe, hem jî erkeke wan e. Eger mirov nebe welatiyê neteweya xwe, mirov ê gelekî xerîb bikeve, ji xwe dûr bikeve û kes nikare bi ti sedemê xwedî li vê derkeve, vê yekê biparêze. Li vir pirsa derdikeve pêşiya me ew e, wê welatîbûna dewletên netewe yên serdest çawa be. Ya rastî, pêkan e ku herdu welatîbûn di zikhev de bêne temsîlkirin. Eger li welatê pêwendîdar bi pirsgirêka Kurd ve girêdayî di bin statuya welatiyê destûra demokratîk çareserî çêbibe, xwedîderketina li herdu welatîbûnan li gorî rastiya civakî ye. Heta eger Tirkiyê bibûya endamê Yekîtiya Ewrûpayê terîfa sê welatîbûnan jî mumkîn dibû. Çawa ku li Spanyayê welatîbûna Katalonya-Spanya-Yekîtiya Ewrûpayê bi awayekî sêberî heye, welatîbûna Kurdistan-Tirkiye-Yekîtiya Ewrûpayê jî bi sêberî pêkan bû. Di dema KCKê de li her welatê pêwendîdar her ferdê Kurd divê xwe di çarçoveya duwelatîbûnê de bi girîngî bide nasîn û ji vê wêdetir divê nasnameya duwelatîbûnê pêk bîne. Eger KCK li gorî ferdê xwe yê neteweya demokratîk vê duberiyê yan lihevhatinê nikaribe pêk bîne, hingê divê nasnameya yekberî a welatî pêk bîne. Ji bo vê, pêwîst e ku rewşa zordest a dewletên netewe yên serwer li ber çavan bigire, nasnameya nivîskî ya welatîbûnê bi amblem û çarçoveyeke di cih de ji her ferdê xwe re çêke.
Her welatî û endamê KCKê divê ji ferdê kapîtalîzmê wî bi ferdperestiyê kiriye ne tiştek bibihure û weke endamekî kominê bijî. Em divê weke prensîbeke exlaqî nas bikin û qebûl bikin ku kesê jiyana wî ya kominal nebe, ferdiyeta wî jî ne mumkîn e. Em divê ji bîr nekin ku endambûna kom an jî kominekê di heman demê de timî aliyekî xwe yê demokratîk heye. Kom an jî komin kengî bi awayekî demokratîk tevgeriya dikare polîtîk be ango dikare azad bibe. Hingê mirov ê karibin serwext bibin ku bi vî awayî her kom û komin di heman demê de yekeyeke civaka exlaqî û polîtîk e. Her kom û komina KCKê di heman demê de yekeyeke exlaqî û polîtîk e jî. Welatî û ferdên wê jî ferd û welatiyên exlaqî û polîtîk in. Em dema behsa kom û kominan dikin, mebesta me di her qada civakê de komên mirovan ên kêrhatî ne. Mînak gundekî bi xisletên kominê rabe yanî şertên kominbûnê bi cih anîbe, ew kom an jî kominek e, û mirov dikare vê terîfê ji bo kolan û bajaran jî bi kar bîne. Kooperatîf, fabrîke, weqif, komele û rêxistiniyeke civakî dikare bibe kominek. Ji ber ku di heman demê de divê demokratîk bin, mirov dikare ji wan re bibêje nîzama kominal a demokratîk. Mirov dikare jiyana komin li tevahiya qadên perwerdehî, çandî û zanistî pêk bîne, herwisa mirov dikare jiyana civakî û polîtîk jî hem kominalîze bike û hem jî demokratîze bike. Welatî û ferdê azad bi tenê dikare di nava vê jiyana kominal a demokratîk de pêk bê. Bi giştî welatî û ferdê neteweya demokratîk, bi taybetî û bi şêweyê bêhtir berbiçav welatî û ferdê KCKê hewcedariyeke jiyana bi berpirsiyarî, exlaqî û polîtîk e. Ev hewcedarî di heman demê de divê weke erk û mafekî bingehîn jî bê fêhmkirin. Kengî dewletên netewe van maf û erkên me yên bingehîn qebûl kirin, Kurd jî dikarin erk û mafên bingehîn ên welatîbûna van welatan qebûl bikin.