REQA – Navena Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê ragihand ku beşa Têkoşîna li dijî Sûcên Birêxistinkirî toreyek ku hebên hişbirî û heşîşê belav dikin û ji 5 kesan pêk tên di kemînekê de li gundê El-Barûde li rojhilatê bajarokê El-Mensûr li rojavayê gundewarê Reqayê girtin.
Li gel endamên toreyê miqdara hezar û sed heb ji cureya kibtegon tevî heşîşê hate desteser kirin.
Endamên toreyê ji komîteya dozgeriyê re ji bo ku werin darizandin hatin şandin.