NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirovan aktivîstên bi navê Suhrab Muradî, Darîwş Muradî û Ehmed Besatî li bajarê Şabad a ser bi Kirmaşanê, ji aliyê hêzên Îranê ve hatine binçavkirin. Li gorî heman çavkaniyê kesên hatîn binçavkirin birine cihek nediyar.
Heman çavkaniyê diyarkir ku her 3 çalakvanên civaka sivîl, bi hêceta rêxistinkirina xwepêşandanek li bajarê Şabad a li dijî dagirkeriya dewlet Tirk ya ser Rojavayê Kurdistanê hatine binçakirin.
Li gorî nûçeya Komeleya Mafê Mirovan dû ciwanên din yên bi navê Kawe Salhî û Hemze Ezîzî yên xelkê Ciwanro ya ser bi Kirmaşanê, ji aliyê hêzên dewleta Îranê ve hatine revandin û aqûbeta wan jî nayê zanîn. Nehat zanîn bê ka her dû ciwan ji bo çi hatine binçavkirin.