NAVENDA NÛÇEYAN – Li sînorê herêma bajarê Serdeş kolberek ji aliyê hêzên dagirker ê Îranê ve hate qetil kirin.
Duh li ser sînorê navbera Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ya li herêma bajarê Serdeşt ya ser bi parêzgeha Urmiyeyê, hêzên dagirker ê Îranê êrîşê komek kolber kir.
Li gorî Kolbernewsê di êrîşa hêzên dagirker ê Îranê ya ser bi kolberan de, kolberê bi navê Hadî Hesenî (16) yê xelkê bajarokê Rebit a ser bi Serdeştê jiyana xwe ji dest daye.