AMED – Di daxuyaniya nivîskî de wiha hate gotin; “Hêzên me şeva 14’ê Kanûnê li navçeya Sûr a Amedê li dijî polîsên tevgera taybet ên li dibistana seretayî ya Tûrgût Ozal bicih bûbûn, bi bombeyên destan çalakiyek lidarxistin.”
Yekîneya Tolhildanê bi domdarî got; “Di vê çalakiyê de 2 polîs bi giranî birîndar bûne. Piştî çalakiyê hêzên dijmin gef li ciwan û dikandarên derdor xwarine, êşkence li ciwanekê kirine. Hêzên me bi silametî ji herêmê derketine.”
Yekîneya Tolhildanê ragihand ku çalakiyên wan wê bidomin.