Sînan Şahîn
Pêvajoya hilbijartinê ku em tê de ne bi sazî rêxistineke mayînde ji bo pêvajoya inşaya jiyana demokratîk nirxandin di wateya jiyanî de girîng e.
Helwesta bendewar, ne yê siyaseta demokratîk helwesta siyaseta dewletger e. Nayê qebûl kirin. Şêwe yê siyasetek wusa nabe siyasetek ku temsîla nasnameya Kurdê azad dike. Nabe siyasetek têkoşîna Tirkiyek demokratîk. Di rastiyê de pêvajo û derfetên ku ji aliyê Rêber APO de hatiye Afirandin, ji aliyê hin kesan ve wek derfetên xebatê ku pêvajoya hilbijartine ferz dike pênase dikin ji bo inşayê nirxandin girîngiyek xwe yê dîrokî heye. Ger pêvajo wusa bê nirxandin û civak di astek têrker de bê rêxistin kirin û sazîbûn bê ava kirin piştî hilbijartinan wê pêvajo vegûhere asteke din.
Di rewşeke berovajî de, wê şerê ku bi salane tê jiyan kirin hê berferehtir û kûrtir bibe. Ji pêvajoyeke wusa destpêbike berpirsyarê sereke hêza siyasetê ye. Tiştek wusa gotin şaş nîne. Pêwîste ev pir zelal were siman; ger pêvajoya rizgariyek demokratîk û ava kirina jiyana azat neyê asteke sazîbûnê, xwe ne parêze li hember êrîşên pergalê wê gerîla jî bikeve şerekî ku di bingeh de parastina rewa heye. Bêgoman wê ji encamên ku derkevin û wendahiyên giyanî jî qada siyasetê berpirsyar be.
Erkê heyî bi serxistin bi evîndarî xebata rêxistin kirin û zana kirina gel derbas dibe. Ne di warê burokratîk de, bi şêwazek avaker ku pirsgirêkên civakê çareser dike ev kirin pir girîng û pêwîst e. meclîsên tax, gund, bajar, hereman pêwîste bibin cihê ku plan, proje, pirsgirêk û çareserî tê de tên nîqaş kirin. Di vê astê de pêwîste hemû saziyên demokratîk cihê xwe di rêxistinkirinê de bigrin. Bi rihekî seferberi pêwîste li pêvajoyê xwedî derketin çêbibe. Ev di asta jiyanî de girîng e.
Bi xebatek rêxistin kirî û zana ev pêvajoya dîrokî wê ser bikeve. Berovajî ve ew derfetên dîrokî ji dest wunda kirin e. Ev pêvajo wusa bi wate kirin û xwe tevlî kar û xebatan kirin wê bibe rêka sereke ya serkeftinê. Berovajî vê roja xwe xelas kirin e. Xwe xapandin e. Ne ji bo roja xwe xelas kirinê, ji bo serkeftinên bingehîn dema siyaseta demokratîk e.
Di demek wusa de ciwan çavkaniya hêviyê ne û bi erkên pir mezin re rubiru ne. Ciwan berpirsyarê van erkên e. Li van erkan xwedî derketin, destkeftî parastin û têkoşîn pêşxistin erkê herî sereke ye. Heya ku siyaset di pêşengtiya jin û ciwanan de ji bo gel neyê pêş xistin demokratîk jî nabe. Dîsa nabe çalekiyek civakî. Dem dema demokratîk kirina siyasetê ye. Dem dema bi rihê ciwantiyê siyaseta demokratîk kirinê ye.