HELEB – Çeteyên artêşa dagirker a Tirk ên li bejahiya bakurê rojavayê bajarê Helebê xwe bi cih kirine taxên Xalidiyê û Suryan ên li derdora bajarê Helebê topbaran kirin. Agahiyên derbarê ziyanan heta niha ne diyar in.
Di milekî din de hêzên rejîma Sûriyê yên li Mehlebê bicihbûne bersivê didin û topan diavêjin bajarên Ednan, Hiryetan û herêma Bihûs El-Ilmiyê.
Tê zanîn ku piştî lidarxistina civîna Astana ya 14’mîn ev cara yekemîn ku bajarê Helebê tê topbarankirin.Hêjahî bi bîrxistinê ku dosya çeteyên artêşa Tirk di civîna Astana ya 14`mîn de nehat vekirin.
Heta vê kêliyê şerê di navbera artêşa Tirk û rejîma Sûriyê de berdewam e.