WAN – Tîma Tolhildanê ya Şehîd Nûda Karker a daxuyaniyek nivîskî da, di salvegera berxwedana xwerêveberiyê de ji bo bîranîna şehîdên rêveberiya xweser li Taxa Xaçort çalakiyek kirin.
Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn: “Li Taxa Xaçort a navçeya Rêya Ermûş a Wanê li dijî wesayîta polîsan a dewirye digeriya çalakiyek bi bombeyên destan û guleyên hewayî hate kirin. Piştî şerê heta direngiya şevê dom kir û şûnde hêzên dijmin hemû tax dorpêç kir. Çalakiya ku yekîneya me bi sax û silametî pêk anî, ji bo salvegera berxwedana xwerêveberiyê û şehîdên xwerêveberiyê pêk aniye.”