NAVENDA NÛÇEYAN – Kampanya li ser Change.org ji hêla 200 nûçegihanî ve hate destpêkirin. Azîz orûç 11’ê Kanûnê li Bazidê ya Agirî hatibû destgîrkirin. Rojnamevanên ku îmze dan, xwestin ku nehiqûqiya li dijî Orûç bidawî bibe û demildest were berdan.
Di metna kampanayê de derbarê orûç agahî hatin parvekirin, hate bibîrxistin ku ev 7 sal in li gelek bajarên Kurdistanê û Tirkiyê rojnamevanî kiriye.
Di metna kampanyaya îmzeyan hate gotin,”Bi nûçeyên ku çêkirî, bi daxuyaniyên ji bo hevalên xwe yên girtî yê rojnamevan gelek caran hate rojevê. Orûç li navçeya Bazidê ya Agiriyê 11’ê Kanûnê bi operasyonekê hate destgîrkirin. Li Tirkiyê li gel ku tê zanîn rojnamevan e jî, li gel ku ji ber xebatên rojnamevaniyê lêpirsîna wî hatiye kirin jî, ji hela Wezareta Karê Navxwe ya Tirkiyê û medyaya desthilatê ve bi daxuyaniyên, ”Li ser sînorê Îranê terorîst hatiye girtin”, b nûçeyên wiha kirne hedefê.”
Di eynî metnê de hate gotin,”Li gel ku êşkence lê hatiye kirin jî, dema ku ew birine nexweşxanê tedawiya wî nehatiye kirin û hê jî nehiştine ku malbata xwe bibîne. Dema destgîrkirinê ya Orûç heta 18’ê Kanûnê, roja Çarşemê hatiye dirêjkirin.”
Di metnê de hate gotin Azîz Orûç tiştên ku bi serê wî hatine bi rêya parêzeran bi raya giştî re par ve kiriye, li Îran, Ermenîstan û Tirkiyê êşkence lê hatiye kirin û ev binpêkirina Peymana Mafê Penaberan a Navnetewî ye.
Di metna kampanyayê de rewşa rojnamevaniyê ya li Tirkiyê hate bibîrxistin û hate gotin, ”Bi şertên îro, ji nav wan welatan ku endamê Konseya Ewropayê de 130 rojnamevan girtî ne û 110 ji van li Tirkiyê girtî ne. Bi girtin, destgîrkriin, şertên kontrol edlî, qedexeya derketina derveyî welêt Tirkiye ji bo rewşenbîr, akademîsyen, siyasetmedar, rojnamevanan bûye girtîgeheke dorlêveker.”
Di metnê de hate goitn Ermenîstanê û Îranê li dijî mirovhiyê sûc kirine û hate gotin, ”Em bi bîr dixin ku daxwaze îltîcayê ya her mirovî ji hêla Peymana Penaberan a Navnetewî ve hatiye mîsogerkirin û diyar dikin Ermenîstan û Îran ev peyman binpê kirine û li dijî mirovahiyê sûc kirine. Em diyar dikin ji bo hevpîşeyê xwe orûç em li dijî vê nehiqûqiyê em piştevaniyê wî dikin û vê pêvajoyê bişopînin.”
Rojnamevanên ku îmze dane gotin, ”Em dixwazin pêvajoya nehiqûqî ya hevpîşeyê me Orûç dijî demildest bi dawî bibe, were berdan û ji bo ku zêdetir rojnamevan pêvajoyeke wiha nejîn, em bang li hemû saziyên rojnamevaniyê û destekê didin rojnamevanan, bang li sendîkayan, Konseya Mafê Mirovan a NY’yê, Parlamentoya YE’yê û hemû saziyên mafê mirovan dikin ku vê bûyerê bişopînin û piştevan bin.”
Kesên ku pêşengî ji kampanyaya îmzeyan re kirine:
Abîdîn Çetîn, Abdullah Bîlen, Ahmet Tîrej Kaya,Ahmet Nesîn, Ahmet Kanbal, Amed Dîcle, Asya Tekîn, Arîf Aslan, Arzu Demîr, Alî Yureklî, Alî Koçer, Azîz Çîftçî, Azîz Tunç, Aydin Bolkan, Arjîn Dîlek oncel, Bariş Boyraz, Bariş Balseçer, Berzan Guneş, Berîtan Elyakut, Berîtan Canozer, Berîvan Altan, Bengîsu Komurcu, Bîlal Gundem, Bîrtekin Înce, Bîrcan Degîrrmenci, Burhan Ekîncî, Burhan Erdem Cafer Solgun, Cahît Mervan, Ceren Bayar, Cem Bahtîyar,Cemal Turan,Çagdaş Kaplan Denîz Babir,Denîz Nazlim, Deniz Îke, Devran Toptaş, Denîz Gulunay, Dînçer Gokçe, Dîlek Aykan, Dîren Yurtsever, Dîlan Babat, Duygu, Erol Ece Koçak, Elîf Sonzamancî, Emrullah Acar, Emîn Demîr, Engîn Eren, Erdal Er, Ergun, Babahan, Ercan Jan Aktaş, Erkan Gulbahçe, Erdogan Alayamut, Ercan Ayrancî, Eylem, Yilmaz, Ezo ozer, Fahretîn Kiliç, Fatma Çomlek, Fatîme Tekîn, Faruk Balikçi, Ferhat Mehmetoglu, Ferhat Sevîm, Fehîm Işik, Fehmîr Katar, Fethî Balaman, Fethullah Ozmen, Feyzullah Tunç, Fîdel Erol, Firat Topal, Fuat Yaşar, Fusun Erdogan Gamze Kafar, Gul Guzel, Gulîstan Azak, Gulîstan Korban, Habîbe Eren, Hatice Kamer, Hamza ozkan, Halil Içoz, Handan Can, Hayrettin Oztekin, Heval Aslan, Hekîm Coşkun, Hemra Nîda, Hulya Emeç, Huseyîn Kalkan, Îsa Can Artar, Înanç Yildizz, Idrîs Yilmaz, Îrfan Arslan, Îsmaîl Eskîn, Îsmaîl Dogruer, Kadriye Devir, Kadrî Esen, Kenan Azîzoglu Latîf Paşahan, Levent Ozdemir, Lezgîn Akdenîz, Lezgîn Tekay, Mahmut Bozarslan, Mahmut Oral, Mazlum Dolan, Maaz Îrahimoglu, Melek Yuksel, Medîne Gumuş, Medine Mamedoglu, Mensur Kuçukkarga, Mehmet Hakkî Yilmaz, Mehmed Salih Bedirxan, Mehmet Erol, Merdan Berk, Murat Ozbay, Murat Mang, Murat Guneş, Naz Oke, Neval Bulut, Nurcan Yalçin, Nurcan ÇaIişkan, Nurî Akman, Nurettîn Buyuk, Nîzam Baran, Nişmiye Guler, Ozgur Aydin, Ozgur Paksoy, Ozcan Şahin, Omer Faruk Baran, Ozlem Temena, Pervin Yerlîkaya, Pinar Mansuroglu Rabîa Çetin, Rawin Sterk, Ramazan Marankoz, Ramazan Olçen, Recep Çanak, Rengîn Azizoglu, Ruşen Takva, Rumet Serhat, Rosida Koyuncu, Rojda Demirkiran, Rojda Aydin, Ronî Riha, Safiye Alagaş, Sait Ozturk, Sabrî Bolek, Sadik Çelîk, Selamî Aslan, Selman Keleş, Semra Ozlu, Sedat Sur, Seran Vreskala, Serdar Altan, Serdar Barut, Serpîl Çelik, Sezgîn Kartal, Sîbel Tekin, Suheyla Kaplan, Şerîfe Oruç, Şehrîban Aslan, Turgut Dedeoglu, Tumen Anli, Ugur Erdogan, Ulaş Yunus Tosun, Vedat Dag, Veysel Işik,Yavuz Ozcan, Yilmaz Yildiz, Yildiz Azicioglu, Yusuf Alkan, Yeko Ardil,Zeynep Kuray, Zeynel Gul, Zehra Dogan, Zemo Aggoz, Zozan Yasar, Zubeyde Sarî.