NAVENDA NÛÇEYAN – Rojnamevan Azîz Orûç roja 11’ê Kanûnê li navçeya Bazîdê ya Agiriyê ji aliyê polîsan ve hat destgîrkirin. Orûç 7 roj in li Miduriyeta Polîsan a Bazîdê tê ragirtin. Rojnamevan Oruç, piştî roja 7’an îfadeya wî ya li midûriyeta polîsan a Bazîdê hat girtin.
Polîsan dema destgîrkirî ji Oruç pirsa ‘Tu çawa hat ser sînor’ û hesabê tevna civakî pirsîn. Oruç ê li Ermenistan û Îranê êşkence kirin û piştre di ser têlan de avêtin Tirkiyeyê, terkî mirinê hatibû kirin.
Tê payîn ku sibê Oruç sewqî dozgeriyê bikin. Wezareta Karên Hundir têkildarî Oruç daxuyanî dabû û wekî “terorist” pênase kir.
Hempîşeyên Oruç jî daxuyanî dan çapemeniyê û diyar kirin ku Azîz Oruç rojnameger e. Rojnamegeran xwes ku Oruç demek nêzîk bê berdan.