NAVENDA NÛÇEYAN
Navê min Cigerxwîn Rêzan e. Sala 2011’an de tevlê rêxistinê bûm e. Malbata min malbatek welatparêze, lê belê heya niha di malbatê de tevlê bûyîn çê ne bûye.
Çawa ku her heval dema tevlê rêxistînê di be, demekî şûnde di bêje, “ez çima dereng tevlê rêxistinê bûme” yek ji wan hevalan jî ezim. Birastî jî PKK tevgerek wisane ku tu pirtûk nikare rast vegotina PKK’ê bike, heya ku mirov bixwe jiyan neke. Ma her tişt ne wisane? Heya ku mirov bi xwe jiyan neke, ne bîne, his neke mirov nikare wate û giring bûyîna wê jî bizane û wate bideyê. Pir cara peyvên ku mirov bikartîne têra pênase kirina jiyanê nake. Bi taybet jî jiyana PKK’ê. Kesên ku jiyan nakin û nizanin ji bo wan di be ku pir zêde wate neyê. Her wiha di be ku pir kes pir cara di bêjin çima ewqasî mirov tevlê nava PKK’ê di be? Belê hûn dizanin çima, “ji ber ku PKK’ê pênaseya mirovahî yê ye.” Yê ku nirx dide mirovan û mirovan de wate ya jiyanê dide ava kirin e.
Sedemên tevlê bûyîna min ya herê giring jî nêrînên Serokatî bû. Ji ber mîn dît ku Serokatî çiqasî nirx dide mirovan û li hember mirovan rêzdarî dide raber kirin. Bi taybet jî hemleya şerê gel ê şoreşgerî li ser tevlê bûyîna min bandorên pir mezin da çêkirin. Birastî jî di berê de min gerîla pir pîroz di dîtin, ji bo min wisa jî bûn. Bi tevlê bûyîna min re ev pîroz bûyîn hên watedartir û nirxtir bû. Ango ji bo min ev pîroz bûyîn berdewam dike. Tu gurhetin tê de çê ne bûye. Guhertinên çê bûye jî li ser esasê gerîla hên zêdetir nas kirine. Beriya her tiştê nêrin, birdozî û felsefeya Rêber APO nas kirin û dinava wê de rast jiyan kirin di ferasetê minde hate ava kirin. Ez dixwazim bi bêjim ku beriya ez tevlê bibim min gerîla pir zane, xulikar û tu tiştên ku kes nikare bike gerîla dikare bike digirt dest û bi wê awayî jî gerîla dinirxand. Ji bo wê jî dema ez tevlê bûm min di vê milê de tu nakokiyan jiyan nekir, ji ber ku mîn dît ku birastî jî weke ku min fikiriye û her wiha min pir kêm jî fikiriye. Ji ber ku PKK e di mirovan de ruhek pir cûda dide ava kirin. Ruhek wisane ku mirovan ber bi bilind bûyîn û nirxê xweve dibe. Dema min vê dît ez pir kêfxweş û şad bûm. Cardin di jiyana gerîlatî de wateya çiya û giring bûn wê pire. Ya rast ji bo gelê Kurd çiya pir pîroz û watedare. Ji ber ku çiya her tim bûya parêzvanê gelê Kurd. Ji bo vê ye kî jî çiya cîhên stargehin. Lê dema mirov zêde dîroka xwe nas neke mirov nikare çiya û wateyê çiya jî nas bike. Bêguman dema mirov di pergalê de jiyan dike, pirsa sereke yê ku di mejiyê mirovan de derbas di be jî, gelo mirov çawa dikare di çiya de jiyan bike û yêk bûyînek bi çiya re bide çêkirin. Pir zehmetî yên xwe hene mirov çawa van zehmetî yên xwe derbas dike û h.w.d. Dema mirov tevlê dibe, her tişt di mirovan de ewqasî guhertinan dide çêkirin ku, pir cara mirov bi xwe jî xwe şaş di mîne ku çawa ewqasî zû fêr dibe. Beriya ku ez tevlê bibim min di got, “ez biçim di be ku ez zehmetî jiyan bikim.” Lê birastî jî ez hatim û mîn dît ku, tu zehmetî nîne ku mirov derbas neke. Ji ber ku mirov bi zanist dibe, bi îradelî tevdigere, guhertinan di xwe de ava dike, beriya her tiştê dizane kî ye, ji bo wê jî tu tişt mirovan re zehmet naye. Jiyana me jiyane kî hevbeşe, bêhesap tevlê bûyîn heye. Xwedî derketina jiyanê heye, ji ber ku ev jiyan jiyana me ya herê raste. Ji bo vê jî pir heval hene ku, dîroka rojbûyîna xwe bi tevlê bûyîna partî yê re didin despê kirin.
Dema mirov tevlê dibe di mirovan de manewiyet pir xurt dibe. Ji bo wê jî, her ku mirov divan çiyayên pîroz de digere ew dem mirov dizane ku çiqasî rêhevalên şehîd û bi nirx divan çiyayan de jiyan kirine û canê xwe feda kirine. Ev jî hem di milekê de hêz didime, hem jî di mede ofkeyek pir mezin dide ava kirin. Çavkaniya ku em hêz û bawerî yê jê digrin jî Serokatî ya me û rêhevalên me yên şehîdin. Cardin berxwedanî û vîna ku gelê me li hember dagirkeran dide ava kirin di me de hêz û bawerî dide ava kirin. Bêguman çavkanî ya ku em jê hêz digrin pire. Beriya ku ez tevlê bibim, pir cara ez bê berpirsiyar tevdigeriyam. Lê dema ku ez tevlê bûm, ez ketim wê zanabûyînê de ku ev xwehdana ku em di rişînin jî wateye kî xwe heye û em dizanin ku em çima vê xwehdanê di rişînin. Çavkanî ya xwe azadî ya gelekî ye, ji bo wê jî emê layîqê gelê xwe derbikevin.
Felsefeya Serokatî yê jiyanê me dide jiyan kirin û me hêz dike. Serokatî ji hêza xwe ya cewherî pir bawer dike. Ji ber ku di Serokatî de hêzek pir nepenî heye. Weke ku Serokatî di bêje, “mirovek ger ku bi xwaze dikare qandî atomek bi bandor be.” Ez bi xwe jî, hemû hewildanên min ewe ku di hûndirê vê felsefê û jiyanê de xwe ji nûve ava bikim. Ji xwe yê ku me ji nûve çê di ke jî ev felsefeya Rêber APO ye. Ji xwe em nîn bûn û me tine di hesibandin. Niha em di ferqa xwe de ne û emê layîqê vê jî der bikevin. Serokatî demekî pir dirêje dinava tecrîtê de ye. Ev jî ji bo me pir giringe, ji xwe Serokatî her tim û her kêlî di ruh, fikir û mejiyê me de jiyan dike. Lê ji bo me erkê herê bingehîn û sereke jî Serokatî bi fizikî jî azad kirine. Ev ji bo me erkê hevaltî yê ye. Ji ber ku, em ewqasî deyndarê Serokatî yêne ku tu peyv nikare vegotina wê bike.
Hemleya ku hatiye despêkirin yê şerê gel ê şoreşgerî erkên dîrokî dixe li ser milên me. Em jî di wê bawerî yê dene ku emê bersivên pir mezin bidin ev hemleya şerê gel ê şoreşgerî ya ku ji me ava kirina şoreşê dixwaze. Ji bo ku em serbikevin emê bi her awayî tekoşîn û berxwedanî ya xwe berdewam bikin û xurtir bidin meşandin. Ji derveyê serkeftinê em tu rê ji bo xwe na pejirînin. Bi taybet jî bangawazî ya min ji bo ciwanên Kurd ewe ku bila baş bizanin, heya ku em azad nebin, welatê xwe azad nekin jiyan kirin pir zehmete û pir bi êşe jî. Bi taybet jî dema mirov tê dinava partî yê de hên zêdetir fêm dike. Her ku fêm kirina me pêş dikeve ewqasî em êş jiyan dikin. Dema mirov dinava wê qirêjî yê de be tu tiştê na bîne. Cîhê ciwanên Kurd çiya ye, ji derveyê çiya tu jiyan ji bo ciwanên Kurd nîne. Ciwanên Kurd li kuderê de bin bila bibin, bi tune bûyînê re rubiru ne. Ji dîroka me heya niha cîhê ku me daye jiyan kirin çiya yên me ne, ji îro pêde jî yê ku me bide jiyan kirin jî çiyane. Tevahî mirovahî dikare xwe dinava PKK’ê de bi bîne. Ango PKK di be warê kesên ku dixwazin bi rûmet, şeref, namus û weke mirovan jiyan bikin .
Cigerxwin Rêzan