ANTALYA – Li Antalyayê 6’ê Kanûnê di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya navçeya Alanyayê ve hate birêvebirin di serdegirtinên mal û kargehan de ji 29 kesên hatin destgîrkirin de 12 jê piştî îfadeyên ‘ji bo bi gumanbûnê têra xwe delîl tine’ hatin berdan.
17 kesên ji 6’ê Kanûnê û vir ve destgîrkirî îro di saetên sibêhê de ji bo îfadeyên wan bên girtin sewqî Edliyeya Alanyayê kirin. Piştî îfadeyan dozgeriyê bi îdîaya ‘endamên rêxistinê’ û ‘fînasekirina rêxistinê’ 17 kes dewqî Dadeha Nobedar kirin. Heyeta Dadgehê ji 17 kesan 11 jê girt. Her 11 kesên hatin girtin şandin Girtîgeha Tîpa L a Alanyayê.