NAVENDA NÛÇEYAN – Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) li dijî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Şengalê banga yekîtiya neteweyî li Kurdan kir. Her wiha PADÊ bang li hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê jî kir ku li dijî êrîşan bê deng nemînin.
Têkildarî êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker yên li ser Şengalê Partiya Azadî û Demokrasiye ya Êzidiyan (PADÊ) daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyaniya PADÊ’ê wihaye:
“Weke tê zanin civaka Êzidi tevahiya dirokêde gelek caran rasti komkujî û fermanan hatiye. Ev fermanan roja îro jî berdewam dikin. Îro jî komkujî û fermanên nû di rojeva dijminên me de ye. Dijmi ji bo i tunekirina bawerî û hebûna civaka me de hewldanên xwe berdewam dikin. Dijminên ola me û civaka me her carê ji bo erişên xwe hincetek dîtine û hewl dane ku pilanên xwe yên qirêj li ser civaka me bimeşînin.
Nêzi du heyv in balafirên wan li ser çiyayên Şengalê digerin. Bi hinceta ku PKK li Şengalê ye, rojane bi sêtan li ser Şengalê digerin. Wekî k udi 4-5’ê mijdarê de bajarokê Xanesorê bombebaran kirin û sala borîde jî di cejna Êzî de du welatparêzên ji Kubanê bi bombebaranê şehîd kirin. Kujer Erdogan wekî her caran bi van êrîşên xwê yên hovane bi ser neket û ew negihişt armanca xwe.
Armanca dewleta Tirk ew bû ku Êzidiyan ji çiyayê Şengalê qut bike. Ev êrîşên dewleta Tirk pêşîgirtina ji bo vegera gelê me li ser xaka xwe ye. Li hember van êriş û tehdîdan yek rê heye, ew jî vegera li ser xaka xwe û xûrtkirina tifaqa xwe ye. Bi vê minasebetê em bang li civaka Kurd jî dikin ku li hember êrîşên derve, bersiva herî xurt pêşxistina yekîtiya neteweyî ye. Ji bo vê jî xebatên yekîtiya neteweyî ji her demê zedetir pêwîstiyeke sereke ye.
Bi dehan caran paşayên osmaniyan êriş anîne ser Şengalê lê gelê Êzidî bi berxwedana xwe tu carî serî li ber wan nedanîne û iro jî emê tu carî li ber êrîşên Erdogan serî daneynin. Em bang li raya gîştî ya cîhanê dikin li hemberî êrîşên dewleta Tirk yên li ser Êzidiyan bê deng neminin. Bê deng mayîn hevkariya bi êrîşên dewleta Tirk re ye.
Em bang li neteweyên yekbûyî, hikûmeta herêma Kurdistanê û dewleta Iraqê dikin ku, li hember êrîşên dewleta Tirk bê deng neminin. Bê dengî wê rê li ber êrîşên li ser Êzidiyan veke. Wekî Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan em bang li gele me û hemû şexsiyetên Êzîdiyan ku li beramber êrîşên li ser Êzîdîyan bê deng nemînin. Cîhan hemû dizane ku dijmin xwe li tifaq û destketiyên civaka me ranagire.
Em dikarin bi tifaq û diplomasiyê li destketiyên Êzîdiyan xwedî derkevin. Me salekî bi êş derbas kir. Êrîşên li ser Şengalê û li ser gelê me yê Rojava li ber çavane. Bi vê minasebetê em bang dikin ku sala 2020’an bikin sala hevgirtinê, tifaqê û bikin sala azadiyê.”