MÊRSÎN – Ciwanê bi navê Gernas Atûg (25) ku li Emniyeta dagirkeran a li Mêrsînê hat îşkencekirin, hat girtin.
Gernas Atûg (25) ku di 9’ê Kanûnê de gava dixwest biçe li sînorê Edîrneyê hatibû binçavkirin, biribûn Midûriyeta Emniyetê a dagirkeran ya Mêrsînê. Li emniyetê îşkence li Atûg hatibû kirin. Piştî karên li emniyetê sewqî Edliyeya Mêrsînê hat kirin.
Atûg bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û wî şandin girtîgehê.