NAVENDA NÛÇEYAN – Înîsyatîfa Zarokên Agir li malpera xwe de daxuyaniyek nivîskî weşand û daxuyakirin ku wan di çarçoveya “Çalakiyên Ji Agir” li Îzmîrê Menderesê çalakî pêk anîne. Di berdewamiya daxuyaniyê Înîsyatîfa Zarokên Agir daxuyakirin ku ewê çalakiyên xwe li dijî rejîma dagirker bidomînin.
Daxuyaniya Înîsyatîfa Zarokên Agir wiha ye:
“Înîsyatîfa me di roja 19’ê kanûna 2019’an li navçeya Îzmîrê a Menderesê li dijî kargehek mobilya çalakî pêk anîne û kargehê dane ber agir. Di çarçoveya “Çalakiyên Ji Agir” ev kargeh bi temamî hatiye şewitandin. Înîsyatîfa me wê çalakiyên xwe li dijî rejîma qirker, dagirker û kujerên zarokan bidomînin.”