AMED – Amedspor ku dibe hedefa êriş û zextên nîjadperest ên dewleta Tirk, vê carê bû hedefa Wezareta Karên Hundir. Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû bi gotina “Kulûba sporê ya ku fermanê ji Qendîlê werdigire” Amedspor kir hedef. Piştî vê yekê wezaretê mufetîş şand ser Amedsporê.
Hate ragihandin ku mufetîşan lêkolîn li kulûbê kirin.