“Pirsgirêka jinê, bingeha hemû pirsgirêkan e, çareserkirina meseleya azadiya jinê bi giştî jî çareserkirina têkoşîna azadiyê ya civakê ye.”
Ji bo destpêkeke hîn rast pêşî em bi kurtî jinê pênase bikin û rola wê ya di nav civakê de diyar bikin wê ji bo jiyaneke rast esas be. Peyva jinê di Kurdî de ji ‘jîn’ê tê, ango maneya wê jiyan e. Hêza herî bingehîn a ku civakîbûna bi mirovbûna mirov re dest pê kiriye ava kiriye, rêxistin kiriye û bi pêş xistiye jin e. Ne tenê hebûneke biyolojîkî, şêwazeke jiyanê, çandek e.
Dema ku em qirkirinên jinê lêkolîn dikin ger tenê wek rewşeke aydî îro an jî encameke sîstema kapîtalîst bigirin dest hê di despêkê de em ê bikevin nav şaşitiyeke bingehîn. Bi vî awî nirxandina viya jî li ser navê mirovahiyê qirkirinek e. Mirov sedemên esasîn ên kaos û krîzên ku di serdema me de tên jiyankirin di vir de bigere wê ji bo tehlîlkirineke rast a sosyolojîk, ji bo sosyolojiya rastiyan wê bibe yek ji gavên yekemîn.
“Divê neyê jibîrkirin ku dîrok, çekeke (sîlaheke) her tim dixebite ye. Çekeke her tim tije mermî, dest li ser tetîkê dixebite ye.” Ji vê diyarkirina Rêbertiya me ya ku divê destpêkê bê kirin; pênaseyeke rast a dîroke ye. Dîroka jinê û gelan, ya etnîsîte, eşîret, mezhep û tarîqatan, pênaseya rast a nirxên bingehîn ên mirovahiyê kirin e. Dîroka fermî; dîroka ku ji aliyê mêrê desthilatdar, zîhniyeta desthilatparêz ve hatiye nivîsîn; bi derewan hatiye honandin, bi taybetî jî dîroka kolekirina jinê ye. Dîroka kolekirina hemû nirxên jiyanê, pevbestina bênirxkirinê, ya sextekarî û komployan e. Rast fêmkirina dîroka azadiya mirovahiyê ya ku ters, berevajî hatiye qelabtin bi fêmkirina dîroka jinê mimkun e. Pergal û zîhniyeta desthilatparêz, bi serdestiya mêr, dîrokeke ev qas bi heybet û çavkaniya hemû nirxên şaristaniyê ye wek qet nehatibe jiyankirin nîşan dide, serdema heta perqala şaristaniya bidewlet, bi çîn zêdetir wek serdema barbariyê an jî hovîtiyê bi nav dike. Hemû afirîneriyên di civaka xwezayî de hatine kirin wek yên xwe nîşan didin û dîrokê ji xwe didin destpêkirin. Jinê dike wek tişt, obje û xwe jî wek kirdeyê (sûbje) jiyanê di bîra mirovahiyê de dide kolandin, nexişandin. Nedîtin û bi zanebûn ji nedîtî ve hatina dîroka jinan û civakên azadîxwaz bêhêziya yên tên bindestkirin her tim kûr dike. Feraseta dîrokê ya ku desthilatdar li gorî xwe çêdikin herî zêde jî jinê tîne rewşa ku ji pergalê re xizmet dike.Qirkirina Jinê
Dîroka qirkirina jinê dîroka qirkirina herî kevn, piralî û herî kûr e. Tu nîjad, çîn an jî netewe bi qasî jinê nehatiye qirkirin. Dîroka qirkirina jinê ya ku di dîrokê de jiyaye aliyê dîroka mirovahiyê ya herî zêde hatiye veşartin û ser hatiye girtin e. Dîroka kolekirinê ji aliyê pergala desthilatparêz û dewletparêz a mêrê serdest ve bi rêbazên ostayî tê çêkirin. Dizanin ku berdewamkirina hebûna wan di kolekirina jinê de derbas dibe. Mînak tu car têgeha qirkirinê ji bo jinan nehat bikaranîn. Heta sedsala dawîn jî kesekî/ê behsa têgeha qirkirina jinê nekir. Jin wek nîjad (soy) jî nedihat qebûlkirin. Lê ger jin ji nasname û çanda xwe bê dûrxistin û tunekirin darbeyeke herî dijwar li koka bingehîn a mirovahiyê tê xistin, qirkirina herî mezin tê kirin. Peyva nîjad (soy) jî bi zîhniyeteke heta bibêjî baviksalarî hatiye îfadekirin. Nîjad; koma kesên ji bavekî ne, ezbet, binemal. Pênaseyeke şaş û kêm a wekî ku mêr heyînekî bi serê xwe zarok tîne dinyayê, ked didêkê û mezin dike tê kirin. Pênase bi temamî li ser bingeha zîhniyeta baviksalarî ya di zîhniyeta mirov de xurt bike bi zanebûn û ostayî tê kirin û rojane di bîra mirovahiyê de cî digire.
Destpêkeke Rast Ji Dîroka Qirkirina Jinê Re
Li gor van nirxandinan ger em ji nû ve dîrokê bixwînîn; çîroka ji destpêka ku mirovahî wek cure, cins cuda bûye heta roja me derbas dibe wek ‘dîroka mirovahiyê’ tê pênasekirin. Dîroka mirovahiyê; bi gelemperî wek dîroka nivîskî û dîroka berya dîroka nivîskî li du beşan tê veqetîn. Dîroka mirovahiyê ya heta dema ku Sumeran nivîsê dîtine zêdetir di xwezayê de, di bîra mirovahiyê de, di genên civakî de veşarî ye. Hem jî ev di roja me de hîn zindî ye. Ango bi kurtasî dîrok di roja me de, em di dîrokê de veşarî ne. Mirov dikare dîroka mirovahiyê ya heta ku dîroka nivîskî dest pê kiriye ji xwezayê bixwîne; di fosîlan de, di girên arkeolojîk, di parçeyên ber û keviran de, carna di wêneyekî li dîwarê şikeftekê hatiye xêzkirin de, carna tiştekî ji bo xemlê de yan jî di amûrekî nêçîrê de… Dîsa civaka heta dîroka nivîskî dest pê kiriye wek ‘civaka xwezayî’ jî tê binavkirin. Di vê civakê de jiyan, wek herikîna çemekî ku bi xwezayî rêya xwe dibîne bi aheng û wek strana çivîkeke daristanê sade û bi coş e. Ev, heyecan û coşa afirandina nirxên ku wê heta dawiyê di xizmeta mirovahiyê de bin e. Civakîbûna rê daye ku cureyê mirov bibe mirov bi destê jinê, di merhameta jinê de, di pêşengiya jinê de hatiye afirandin. Her wiha bûye afirîner û berdewamkara serdema ku em jê re dibêjin Civaka Neolîtîk ku ev dem pênc heta heft hezar salan berdewam kiriye. Wekî ku hemû dîroknas tê de hemfikir in di vê dêmê de pergaleke dayîksalari hatiye jiyankirin. Nasnameya îdeolojîk a serdemê di kulta Xwedavenda Dayîk de şênber bûye. Di vê serdemê de civakîbûna ku di pêşengiya jina dayîk de hatiya avakirin, hiştiye ku mirovahî wek çandek xwe biafirîne û heta roja me bîne.
Wisa be derbasbûna civaka bi çîn û dewlet kîngê û li ku derê çêbûye? Çi bû, çi hatin jiyankirin ku ev rewşa jinê hat berevajîkirin, di vê maneyê de nirxên mirovahiyê hatin bênirxkirin û serobino kirin?
“Sedemên hundirîn û derveyî hebûn ku pergala Dayîksalarî hat wergerandın. Mêr zeîftiyê derbas kir û bû nêçîrvanekî serkeftî û bi yên der û dora xwe re rewşeke serkeftî bi dest xist, dibe ku ev, pergala dayîksalariyê tehdît kiribe. Baş xwedîkirina ajal, giha û nebatan jî dibe ku rê li ber vê hêzê vekiribe. Lê bi giranî civaka Neolîtîk, bi sedemên ji derve ve hatine, hatiye helandin ku ev jî civaka dewleta pîroz a rahîb e… Di qelîştekên civakî de her tim ên qurnaz, ên li dû komplo û xefikan bin wê hebin. Ya din di viya de çandeke pir kevn a ku rola bingehîn leyîstiye jî heye: NÊÇÎRVANÎ. Rêgeza çanda nêçîrvaniyê li hember giyandarên din xefik û komplo danîn e. Ev, çandeke ku di cîhana ajalan, heta ya gihayan de jî kokên wê heye. Ev kok di heman demê de kokên biyolojîk ên aqilê analîtîk e; ev nêçîrvaniya ku di civaka mirov de hîn cuda ye bi pêşketina aqilê analîtîk digihê hev, sentez dibe, di binyata, bastûra civakî û ekolojiya derdorê de zûtir qabiliyet û hêza avakirina tebeqe û hiyerarşiyê bi dest dixe. Felaket wiha dest pê kiriye. Ji hev veqetîna dojeh û bihuştê, bi aqlê analîtîk, bi hêza avakirina hiyerarşiya civakî re bi hev re diçe. Di civaka hiyerarşîk de çend ‘mirovên mêr ên xurt, bi hêz’ li ser civakê rûdinîn rê li ber xeyala jiyana bihuştî vedikin, ji bo civaka jêr rêya dojeha her ku diçe kûr dibe û sedem û derketina wê nayê fêmkirin vebûye.”
Ji Civaka Xwezayî Derbasbûna Civaka Şaristanî Di Jinê De Şikestina Yekemîn Çêkiriye
Pêvajoya derbasbûnê ya ku carcarna ji aliyê jinê carcarna jî ji aliyê mêr ve pêş dikeve bi serdestî, desthilatdariya mêr bi encam bûye. Ya ku pêk hatiye pêşketina pergala dewletparêz bûye. Em dikarin vê rewşê wek dema şikestina cinsî ya yekemîn jî binav bikin. Di vê dema de jin bi hemû beden, ruh û fikra xwe hatiye kolekirin. Kolekirina jinê di cewhera xwe de kolekirina hemû civakê ye.
Bi kolekirina jinê, qirkirina jinê êdî di her qadên jiyanê de, bi awayekî bi rêk û pêk, bi lez û bez dest pê kiriye. Zîhniyeta desthilatparêz a mêrê serdest êdî bi hemû hunera xwe li ser dikê ye. Serlîstikvan rahibên şaristaniya çînî yên Sumerî ne. Mînakên pêxemberên destpêkê an jî pisporên civakê ne. Tiştên ku dikin û yên ku wê bikin divê pir bi zanebûn û bi plan bin. Ji ber ku li hember wan bi hemû serbilindiya xwe, bi daneheva hezaran salan kulta Xwedavenda Dayîk heye ku divê qet jî biçûk neyê dîtin. Berhema zêde êdî zêdetir bûye, ji bo ev bê kontrolkirin hesabên pir zirav, plansaziyeke pir berfireh, bi kurtasî kedeke, enerjiyeke pir cidî pêwîst e. Ji bo li ser vê berhemê bibin xwedîgotin û berdewamiya wê pêk bînin destpêkê wê Xwedavenda Dayîk bihata bêbandorkirin. Endazyariya civakî li ser kar e. Rahib, civakê tebeqe tebeqe ji hev vediqetînin û xwe jî li qatên herî jor ên vê tebeqeyê bi cî dikin. Perestgehên ku jê re Zîgurat tên gotin wek cihên pîroz di rola navendên ku lê avakirina îdeolojîk tên çêkirin û projeyên nû tên afirandin, pêkanîn de ne.
Di van navendan de tevî sermayeyê desthilatdarî jî tê komkirin, berhevkirin. Bi vî rengî pergaleke hiyerarşîk tê avakirin. Afirîneriya wan a herî serkeftî jî avakirina Xwedê ye. Avakirina Xwedê teolojiyê pêk tîne û dogmayan diafirîne. Di demên destpêkê yên derbasbûnê de jin tenê di asta xwedavendtiyê de li kêleka xwedayan cih digire, asta bandora wê birastî pir bi sînor e. Jina ku wê demê hê jî di qata xwedavendtiyê de ye bi bilêvkirinên mîtolojîk bi xwedayên mêr re hatiye zewicandin û û her ku pergala baviksalarî berbelav bûye hêza xwe daye mêr. Di qatên bin ên din ên hiyerarşiyê de hema bêje qet cih ji bo jinê nehatiye hiştin. Rola ku jê re rewa hatiye dîtin (di her qada ku tê de hatiye bicîkirin de) bi armanca pêkanîna xizmeta mêr hatiye sererastkirin.
Baweriyên civaka Neolîtîk di bîra civakê de hê jî pir zindî ne. Mirovên ji çanda Neolîtîkê ji xwedavendan re perestgehan ava dikin û dixwazin vê pergalê berdewam bikin. Xwedavenda Dayîk di jiyanê de bi bandor e. Şikandina vê bandorê wê karê zîhniyeta serdest a mêr rihet bike, wê bikaribe hemû civakê bi rihetî têxe bin kontrola xwe. Ji bo vê jî divê xwe pîroz nîşan bide û rewa bike. Ji bo civakê bi van hemû verastkirinan bide bawerkirin wek ku aqlê desthilatparêz, serdest ê mêr li dijî civaka xwezayî, li dijî jinê di her afirîneriyê de dike, destpêkê divê ji viya re qilifê îdeolojîk çêke. Bi vî rengî wê mirov bi pergala ku hatiye sazkirin bên bawerkirin û ji pergala hiyerarşîk, desthilatparêz a ku hatiye avakirin re serî deynin. Viya jî bi mîtolojiya ku zimanê demê ye, bi awayekî serkeftî plan kiriye. Di her destan û vegotina mîtolojîk de serê pêşîn afirandin dibe mijar. Wisa pir jî destpêkeke ji rêzê nîn e ev, êdî mirovahî bi afirîneriyeke nû re rû bi rû ye. Di mîtolojiya Sumer de jin ji parsûya mêr, mirov jî wek evd ji pîsiya xwedayan tên afirandin. Aliyê îdeolojîk ê objekirina mirovan jî temam e êdî. Ya ku ji rahib û xwedayan re dimîne wek kirdeyên civakê tehma viya derxin.
Şikestina cinsî ya yekem êdî hatiye bi rêkûpêk-kirin. Ya ku hatiye qirkirin ne tenê jin, di şexsê wê de hemû mirovahî ye. Hemû berhem û nirxên ku Xwedavenda Dayîk, mirovahiyê, bi hezaran salan bi hezar kedî afirandine bi derew û dek û dolaban, bi zordariyê êdî yeko yeko tên xespkirin. Nirxên bingehîn ên civakê êdî li hember hebûna civakê tên xebitandin. Êdî mirov wek tişt wê bazdin xizmeta xweda û temsîlkarên wan rahiban. Wek rêyeke girêdana mirovan bi pergala nû re jî cinseltiya jinê hatiye bikaranîn û dayîka pîroz di Mûsakadîman de hatiye fahîşekirin û bûye wek tişta cinseltiyê.
Lê ew pêvajo ew qas jî rihet derbas nebûye. Ji ber ku Xwedavenda Dayîk a ku hê hêza xwe winda nekiriye ji bo nirxên xwe ji dest nede wê bikeve şerên dijwar. Di mîtolojiya Sumeran de şerê herî navdar ê bi mijara van vegotinan têkoşîna Xwedavend Înanna bi Xwedayê qurnaz Enkî re ye. Xwedavend Înanna nirxên xwe yên ku di tevahiya civaka xwezayî de afirandiye, Me’yên xwe, bi dest Xwedayê Qurnaz Enkî ve berdaye. Enkî ji bo bibe xwediyê van Me’yan û wan di destê xwe de bigire serî li her rêyê daye. Di vê demê de lihevkirinek di navbera pergala nû û kevn de jî mirov difikirîne. Bi rastî ya ku di van destanan de tê xwestin bê vegotin şerê gund û bajar, jin û mêr, rahib û xwedavenda dayîk e û ev şer heta salên B.Z. 2000’an jî berdewam kiriye.
Di vê dema ku wek serdema Mîtolojîk jî tê binavkirin de jin di Zîguratan de bi çalak cih digire. Armanc nirxên jina dayîk ên di Neolîtîkê de di siya xwedayên nû de helandin e. Jina ku ji hilberînê hatiye dûrxistin wek objeyeke eşq û evînê di van perestgehan de xizmet dayîna wê wek anor, rûmet tê nîşandan. Her ku jin tê xistin ji xwedavenda esîl a perestgehan dikeve rewşa jina karxaneyê. Bi demê re nîşan dide ku bi mantiqa kerxaneyê avakirina malên taybet hegemonyaya pergala desthilatparêz a mêr temam kiriye. Dawî di destana Babîl a Enûma Elîş de xwedavend Tîamat ji kurê xwe Mardûk darbeya mirinê dixwe, ev darbeya ku jin di qada civakî de digire bixwe ye. Bi xwedayên ku bûn mêr re civak veguherîneke mezin a îdeolojîk û exlaqî dijî. Rahib, xwe dispêrin mêr û di navenda bajêr de çandeke baviksalarî diafirînin. Exlaqa ku xwedavend li çolterê bi çanda jinê bi pêş dixe tê parçekirin. Dînamîkên, hêzên ku civakê dike civak di şexsê jinê de tên helandin, bêhêz tên hiştin. Û ji bo careke din serî raneke di kûrahiyên dîrokê de tê bingorkirin.
Jina Ku Tenê Amûra Dolgirtina Xanedantiyê Ye
Civaka şaristaniyê ya bi dewlet, ji jinê, di şexsê wê de ji mirovahiyê re felaketan aniye ku berdêlên vana pir giran bûne. Di jinê û civakê de parçebûneke civakî, siyasî û ruhî çêkiriye. Bi qirkirina jinê damara, reha jiyanê ya herî bingehîn a mirovahiyê hatiye birîn, civak ji civakîbûnê hatiye derxistin. Zayokiya ku taybetiya wê ya herî bingehîn e êdî li dijî jinê hatiye wergerandin. Ev rewşa ku bi îdeolojiya xanedantiyê dest pê kiriye jinê xistiye rewşa amûreke ji bo berdewamkirina nîjadê ji pergala bi mulk re bi qasî ku pêwîst e dol digire. Çiqas zêde zarokên kurik, bîne, wê ew qas zêde hêzê bide wê xanedantiyê û malbata ku hîmê bingehîn ê civakê ye. Mêr çiqas zêde xwedî zarok û jin be, bi taybetî zarokên kurik, ew qas bi hêz e. Zarokên kurik; zêdetir şervan, zêdetir xebatkar û hêza parastinê ya malbat, nîjad û xanedantiyê ne. Di serdema xanedantiyê de pergala baviksalar êdî bi sazî bûye. Her çiqas jin bi zarokanînê berdewama nîjadê pêk bîne jî mêr vê zayokiya wê ji wê re wek guneh daye qebûlkirin. Di roja me de jî di hin civakan de jin, dema ku ducanî ye weke ku tiştekî şerm kiriye, li gor pîvanên ku rêzikên olî diyar kirine guneh kiriye zikê (hemla xwe) xwe vedişêre. Êşên fizîkî yên ku di dema welidandinê de dikişîne jî wek encameke van gunehan pê dane bawerkirin.
Di qirkirinên jinê de em çima pêwîst dibînin ku vê demê ev qas berfireh vekin? Bersiva vê pirsê bi temamî îdeolojîk e. Di vê demê de ketina jinê ya di statuya civakî de hatiye temamkirin û civak bi viya hatiye bawerkirin û qirkirina jinê karibûye heta roja me bi cihêrengî qatqat were. Cinsiyetparêziya civakî di vê heynê de hatiye avakirin.
Ji Rêbazên Pêkanîna Qirkirinê; Cureyên Tundiyê
Dema ku qirkirina jinê tê gotin tiştê pêşî tê bîra mirov tundiya fizîkî ye. Di mîtolojiya Tîamat û Mardûk de tundî di asta herî jor de ye. Jin, ji bo nirxên xwe yên civakî dîsa bi dest bixe û biparêze naçar dibe ku bikeve şerekî xedar. Pergala serdest a mêr li ser jinê bi gelek awayan tundiyê pêk tîne. Ji vana ya ku herî zêde serî lê dide jî tundiya fizîkî ye. Jin, bi rêya tundiya fizîkî di bin çewisandinê de tê girtin, tê tirsandin û dixin xizmeta xwe. Ya girîngtir jî ji ber ku hêza jinê dizane, ji bo çavên wê venebin, biçûk be jî meyla wê ya azadbûnê bi pêş nekeve, di her qadên jiyanê de tedbîrên xwe digire. Wisa bawer dike ku jin, bi fizîkî pir lawaz e û divê di her şertî de serî ji mêr re deyne. Li ser wê tundiya fizîkî pêk tîne û wê jî bi vê dide bawerkirin. Ji bo jinê bîne rayê (di maneya ku têxe xizmeta armancên xwe de) tundiya fizîkî wek rêbazeke her tim amade digire û rêbaza ku herî zêde serî lê dide jî dîsa ev e.
Jin, di tevahiya jiyana xwe de bi gelek cure tundiyan re rû bi rû ye. Ji vana ya di serî de tê di ocaxa malbatê ya ku pîroz tê dîtin de dest pê dike. Lêdan, heqaret, îstîsmara cinsî, destdirêjiya di zewacê de, tenê çend cureyên tundiyê ne. Li gor daneyên îstatîstîkî ji her sê jinan herî kêm yek jê di demeke jiyana xwe de hatiye lêdan, bi zorê seks pê re hatiye kirin an jî bi awayekî cuda rastî destavêtinê hatiye. Yê ku viya dike, bi gelemperî yekî ji malbata wê an jî nasekî wê ye. Li gor rapora Konseya Ewrûpayê; sedema bingehîn a mirin û seqetbûna jinên di temenê navbera 16 û 44 salî de tundiya nav malbatê ye.
Îro hejmara jinên di encama zarokjiberkirinên, kurtajên bi sedema cins tên kirin de û bebikên keçik ên piştî zayînê tên kuştin winda dibin ji 60 milyonî zêdetir e.
Li gor rapora Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê qurbanên kuştinên jinê hema bêje ji % 70 jê ji aliyê partnerên (hevalkar) wan ve tên kirin.
Di tundiya li ser jinê de daneyên îstatîstîkî yên bi tendurist derneketine holê. Reqamên ku tên dayîn tu carî aliyê rastîn nade. Sedemeke vê rewşê jî tundiya li ser jinê bi awayekî bi rêk û pêk nehatiye lêkolînkirin. Ya girîngtir jî jin; bi sedemên ji tiştên ku hatine serê wan şerm dikin, fikara dikin ku wê ji wan neyê bawerkirin, bi neyêniyên din ên civakê re wê rû bi rû bimînin, bi tirsa ku wê piştî gilîkirinê zêdetir tundiyê bibînin ji cihên fermî re gilînekirin, daxwaziya parastin û starbûnê nekirin, agahiyên îstatîstîkî nikare bên avakirin. Jixwe merciyên ku wê serî lê bidin jî bi mantiqa mêr hatine sazkirin, tiştê ku dê li wê derê li hêviya wan be jî wê cureyekî din ê tundiyê be.
Tundiya herî xetere û encamgir zêdetir a ku bi çandî tê kirin e. Jin ji hilberînê tê dûrxistin û nirxên civakî yên ku afirandiye bi hezar dek û dolab û zordariyan tê xespkirin, bi vî rengî ev kirin tê destpêkirin. Ev êdî di asta qirkirinê de tê kirin. Rêbertiya me heta bibêjî girîngiyê dide vê mijarê; “Qirkirina çandî naşibe tu qirkirineke din, ya herî xetere ye, ji qirkirina fizîkî jî xeteretir e, lê hûn fêm nakin, mirov dirizîne, ji mirovahiyê derdixe, kesayeteke bêanor derdixe holê. Heta qirkirina çandî mirov tîne rewşeke wisa dema ku mirov dikeve ferqa viya jî hûn êdî di rewşeke wisa de ne ku nikarin tiştekî bikin. Ev qirkirina çandî wek zincîrekê, wek benekî di qirika me, stûyê me de me qefaltiye, kole dike.”
Rêbazên qirkirina çandî ya ku di ser jinê re tên pêkanîn heta bibêjî cure bi cure ne. Aqlê mêrê serdest ê şaristaniya bi dewlet di ser jinê re li hember hemû civakê (bi taybetî jinê) ‘Çandeke Destdirêjiyê’ pêş xistiye. Bi mudaxeleya her qada jiyanê vê çandê berbelav dike, bi sazî dike: Heta hilberîna jinê, civakîbûn, ziman, tevger, zayokî û tona dengê wê. Ji bo çanda destdirêjiyê di civakê de bide rûniştandin û bi dilê xwe berdewam bike jî hemû rêyên tundî û çewisandina fizîkî û psîkolojîk dicêribîne, dixe dewrê. Zîhniyeta mêrê serdest, dewletparêz û desthilatparêz ji bo jinê bavêje derveyî civakê û xwe ava bike û berdewam bike di hemû pergalan de rêbazên cur be cur bi kar tîne. Bi ol, hiqûq, siyaset, huner û aboriyê qirkirina jinê pêk tîne. Ji van rêbazan a ku herî zêde bi kar tîne û encam digire jî rêbazeke metafizîkî; ol e.
Şikandina Cinsî Ya Duyem A Jin Û Civaka Ku Xwe Dispêrê Yek Xwedayî
Piştî sazîbûn û belavbûna şaristaniyên koledar ên Sumer û Misrê mirovahî ji bo ji zilma Nemrûd û Fîrewnan xelas bibe ketiye nav lêgerînan. Di encama van lêgerînan de olên yekxwedayî derketine holê. Di cewhera xwe de ji bo li hember kolekirin û zilmê îradeya mirov bi pêş bixin û azad bikin derketine. Her sê olên xwedayî yên ku di nav civaka şaristaniyê de derketibin holê ji ber li ser heman kevneşopê ne û aliyên xwe yên hevpar wek olên Îbrahîmî hatine nirxandin, çavkaniya xwe ji vê derê digirin. Olên Îbrahîmî desthilatdariyê bi sînor nekirine, berevajî viya zêde kirine. Bi taybetî piştî ku bûne olên fermî yên desthilatdariyan, bûne dînamîkên wan hîn saxlem dikin, bi hêz dikin û bi bikaranîna aliyê manewî wan anîne rewşeke ku nayên hilweşandin, hejandin. Civak li hember van desthilatdariyan hîn zêde hatiye pelaxtin û êş kişandiye. Mezheb, terîqet û cemaet wek bertekeke li hember vê rewşê derketine holê. Bi vê kevneşopiyê her çiqas xuya dike ku koledarî hatibe derbaskirin jî îcar bi rengekî cuda ev pêkanîn dest pê kiriye.
Di hemû olên Îbrahîmî de pêxember mêr in. Di pirtûkên pîroz de xwedayê ku bang dike jî mêr e. Li derveyî Xirîstiyaniyê di hemû olan de erkên dînî ji aliyê mêran ve tên kirin.
Îbranîtî di derketina destpêkê de li hember pût, qralxweda, kevneşop û baweriyên heyî serî rakirinek e. Pêxember Îbrahîm pûtan dişkêne ku ev semboleke vê serîrakirinê ye. Di derketinê de di wê îdîayê de ye ku girseya gel ber bi xelasiyê ve bibe. Ji ber ku ji bandora koletiyê ya ku mirov bê îrade dihêle derdikeve di rengekî azadîxwaz de ye. Li hember Nemrûd û fîrewnan derketin di rastiyê de li hember serweriya mutleq a xwedayên Sumer û Misrê derketin e. Redkirina şaristaniyên koledar, ji bo mirov nikare bibe xweda qîrkirin e. Serhildaneke qewma ku herî zêde hatiye perçiqandin mixabin bûye ola elîtekê. Mêrên Cihû her roj ji bo wan wek jin neafirandiye ji xweda re spas dikin. Şerê ku Mûsa bi xwişka xwe Marîam re kiriye statuya jinê ya wê demê diyar dike. Para jinê ya di mîras de tê rakirin. Jin, di Tewratê de, ji bo mêr bigihê armancên xwe yên civakî, siyasî û aborî amûrek e. Beriya zewacê bekareta jinê û piştî zewacê jî cinseltiya wê di bin venêrîna mêr de ye. Mûsewîtî di şikandina mezin a duyem a jinê de darbeya yekem e. Jina xwedavend êdî ji holê hatiye rakirin, naxuyê.
Mûsewîtî bi demê re ji ber ku ku bûye ola beşeke elît û di destê desthilatdariyê de veguheriye amûreke zordariyê êdî li hember derketin jî dest pê kirine. Terîqata Eseniyan bûye partiyeke ku xizan û yên tên eciqandin dengê xwe tê de didin bihîstin. Îsayê ku bi fikrên vê terîqetê ronî bûye li hember aliyên serdest û diçewisîne yên Cihûtiyê derketiye û dest pê kiriye bûye dengê beşên ku tên eciqandin. Li hember pêkutiyên Împaratoriya Romayê ya ku bi Cihûyan re di nav hevkariyê de ye wek tevgereke wîcdanî derketiye holê. Îsa di rola xelasker de ye. Di vê demê, heyamê de herî zêde pêwîstiya jinan bi xelaskerekî heye. Jixwe destpêkê li dora Îsa dayika wî, xatiya wî û Magdelena kom bûne. Tevî ku di Îsa de kesayeta mêr ne li pêş e hewariyên wî mêr in. 300 sal piştî derketina wî bûye wek ola fermî ya desthilatdariyê. Xweda bav e. Xwedayê bav, kur û ruhê pîroz mêr e. Dayîka Meryem êdî tenê di rola hilgir (barkêş) de ye û îradeya wê nemaye. Ezîzên ku di belavkirina olê de pêşeng in kesayeta serdest a mêr jî saxlem kirine. Paûlûsê Ezîz li jinê şîret dike ku bibe evdeke bêdeng û gotiye jin bêexlaq e û ji bo mêr hatiye afirandin. Jin çavkaniya hemû neyîniyan e û divê ji rakêşiya cinsî dûr bê girtin. Thomasê Aqûînoyî yê yek ji avakarê felsefeya Skolastîk e dibêje; “Jin, bi serdestiya ku xwezayê ji her aliyî ve daye mêr, ji bo di bin nîrê efendiyên ku ji bo serdestiyê hatine diyarkirin de bimîne tê dinyayê.”
Jinên Serdema Navîn ên ku hê jî zanyariya xwe diparêzin bi cadûkarî û pîresêriyê tên sûcdarkirin û ji aliyê dêran ve di engîzîsyonan de tên darizandin û qetilkirin. Li gor lêkolînên ku hatine kirin di vê serdemê de derdorî sê milyonan jin hatine qetilkirin. Ev qetlîam berhemeke ji tirsa lêgerîna azadiyê ya jinê ye. Ev pêkanîn ji bo Xirîstiyanî jinê daye ber qetlîameke cewher, nasname û bedenê nîşane ye. Di rêveberiya dêrê de jin tune e. Di sedsalên dawîn de jin ji bo bibin xwedî pîşe tên keşîşxaneyan. Rahibe bûkên Îsa ne û bi Îsa re tên zewicandin. Dêr, di sala 1977’an de bi hinceta ku di nav hewariyên Îsa de jin tune bûne, îlan dike ku rahîbetî ji bo jinan nayê dayîn. Her wiha îlan kiriye ku jin tenê ji bo ji dêr û mêran re îtaetê bikin dikarin bibin Xirîstiyan, yan na mafê wan tune ye ku bibin Xirîstiyan jî.
Oleke din a yekxwedayî Îslamiyet ji nav qebîleyên belavbûyî yên Ereb bi rengekî şoreşger derketiye. Ew dem zêdetir wek dema nezaniyê (cahiliyê) jî tê binavkirin. Bi saxî binaxkirina zarokên keçik, jinan wek xenîmetên şer girtin, pêkanînên herî aşkere yên li ser jinê tên dîtin in. Di vê demê de li derveyî welidandina şervan û şivanan statuyeke jinê tune ye. Muhemed di derdoreke wiha de derketinek çêkiriye. Destpêkê jin û koleyan digire cem xwe û bi vî rengî nîşan dide ku li ba yên tên eciqandin e. Bi Xetîceya ji çîna jor re dizewice û Xetîce êdî tê pîrozkirin û wek dayîka hemû misilmanan tê hesibandin. Zanîn û tecrûbeya Xetîce ya jiyanê di pêxemberbûna Muhemed de xwedî cihekî girîng e. Lê di eslê xwe de ya ku pêk tê zewaceke bi armanca bazirganiyê ye. Muhamed piştre bi gelek jinan re dizewice. Her çiqas bê gotin ku ev bi armanca siyasî ye jî ev rewş piştre ji bo pêşketina haremê bûye bingehek. Ji bo rewşên jinê yên ku me destpêkê de diyar kir hin pêkanînên erênî çêbûne. Lê ji bo guhertina statuya wê, derketineke pir jî bi hêz nehatiye jiyankirin.
Piştî mirina Muhemed jin di şerên desthilatdariyê û komployan de hatiye bikaranîn. Em viya dikarin di serboriyên Ayşeya hevsera Muhemed a biçûk de bibînin. Tenê bi spartina mêrekî bi hêz dikare li piya bimîne. Îradeya jinê êdî tu nemaye. Di pirtûka pîroz Qurana Kerîm de tê diyarkirin ku jin ji parsûya mêr hatiye afirandin. Xwe nixumandina jinê bi rêzikên hişk tê girêdan. Tenê dikare xwe nîşanî mêrên ku xwediyê wê ne, yan jî lêzimên wê yên pir nêz in bide. Xuyakirina tenê têlek porê wê jî mijara gunehê ye. Wê çi li xwe bike, bikaribe biçe ku derê, nikaribe biçe ku derê, bi kurtasî divê çi bikê her tişt ji aliyê mêr ve tê diyarkirin. Mêr dikare heta çar jinan bîne, bi wan re bizewice. Fermîbûna zewacê li gor rêzikên olî tê kirin. Ango li ba mele mar tê birîn û di vê mehrê de jî jin di çavdêriya mêrekî de ye. Tenê bi serê xwe nikare biryara tiştekî wiha jî bide.
Dema regla (edet, ketina cilan) jinê weke qisûr, eyb tê dîtin. Ji ber ku jin qirêj tê hesibandin di vê demê de îbadet jê re hatiye qedexekirin. Bi ser de, ev îbadetên ku hatine qedexekirin piştre ji bo dîsa bi cî bînin wek deyn tê hiştin. Ci’nseltî ji bo jinê hatiye qedexekirin. Ji cinseltiyê zewq girtin jî guneh e, divê tenê erkên xwe yên ji bo mêr bi cî bîne. Cinseltî di bin venêrîn û însiyatîfa mêr de ye. Di sûcên di vê mijarê de jin bi kevir avêtinê tê kuştin. Ev pêkanîna ku jê re Recm tê gotin di Komareke Îslamî ya wek Îranê de wek qanûnekî olî hê jî bi hemû wehşeta xwe tê pâkanîn.
Di olên Îbrahîmî yên em jê re dibêjin yekxwedayî de ji bo jinê rewşeke guheriye nebûye. Aqlê zilamê serdest, pergala şaristaniyê, ji xerab nîşandana jinê re olê jî kirine alet. Ji bo jinê cudahiya ku derketiye holê; ketiye bin evdîtiya mêr.
Merhaleyên şikestina cinsî ya mezin a duyem bi ola yekxwedayî ya dawîn hatiye temamkirin. Qêrîna Marîama di mala ku tê de hatiye girtin, rondikên bêdeng ên dayîka Meyremê, daxwaziya Ayşeyê ku gotiye ‘xwezî ez kevirekî bûma’ asta vê şikandinê nîşan dide.
Jinê ji vê demê ve dest pê kiriye cinseltiya xwe bi kar aniye. Bi armancên wek qaneh kirin, xapandin, pere qezençkirin di destê wê de tenê cinseltiya wê heye. Jin ji rola xwe ya mirovbûna mirov, civakîbûna mirov cara duyem hatiye qutkirin.