HELEB – Artêşa Tirk a dagirker li dijî sivîlên Efrînê yên ku bi darê zorê ji malên xwe derketine û li navçeya Tilrifetê bi cih bûne di 2‘yê Kanûnê de komkujî li dijî wan pêk anî, di encamê de 10 sivîl birîndar bûn di nav wan de 8 zarok hebûn û 12 sivîlên din jî birîndar bûn.
Buroya Rêxistina Ciwanên Partiya Pêşeroja Sûriyê bi hevkariya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê li navenda tevgerê ya li taxa Şêxmeqsûdê ya aliyê rojava belgefilîmek derbarê komkujiya Tilrifetê de û bi beşdariya bi dehan endam pêşandin.
Beriya belgefîlm were pêşandandeqeyeke rêz hate girtin, paşê ser navê Rêveberiya Buroya Rêxistina Ciwanên Partiya Pêşeroja Sûriyê Heyfa Dawûd axivî û kiryarên binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî sivîlên Bakur û Rojhilatê Sûriyê nexasim ên li dijî Tilrifetê şermezar kir.
Heyfa bang li rêxistinên navdewletî û rêxistinên parastina mafên mirovan û zarokan kir, ku çavên xwe ji kiryarên dewleta Tirk ên li dijî sivîlan negirin û bi erka xwe rabin. Paşê derbarê komkujiya Tilrifetê û merasîma oxirkirina şehîdan de belgefilim hate pêşandan.
Di dawiyê de sloganên “Şehîd namirin” hatin berzkirin.