BERLÎN – Tankên Leopard-2 yên ku Tirkiyeyê ji Elmanyayê kirîbû di êrîşên 9’ê Cotmehê de ya li dijî Bakur û Rojava Sûriyeyê bi kar anîbû. Ev tank ji aliyê çeteyên dewleta Tirk jî hatin bikaranîn û bi van çekan warên sivîlan hate bomberdûmankirin.
Rojnemaye The Natîonal Înterestê diyar kir ku tankên Leopard-2 yên Elmanyayê yên ku Tirkiye di êrîşên dagirker de bi kar tîne, li hemberî YPG’ê têk diçe.
Di rojnameyê de hate diyarkirin ku ev tank li hemberî YPG’ê têk çûne û ev tank bi paş ve hatine kişandin û bi van tankan bi tenê topan diavêjin.
Artêşa Tirk di Tebaxa 2016’an de di dagirkeriya li dijî Sûriyeyê de ev tank bi kar anîbû û nêzî 20 tank xisar dîtibû. Erdogan di Adara 2017’an de serî li fabrîkaya çekan a Rheînmetallê dabû û xwestibû techîzata parastinê ya van tankan were amadekirin. Ji ber alozîyên wê demê vê daxwaza Erdogan hatibû sekinandin.
Di serê sala 2018’an de ev tank li hemberî roketan hatibûn xurtkirin lê di dema dagirkeriya li dijî Efrînê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi berxwedana YPG û YPJ’ê derketibû holê ku ev tank qels in.