BEHDÎNAN – Gerîllayên Komelaya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) di derbarê erk û berpirsiyariya Ciwanên Kurdistanê li dijî dagirkeriyê çiye ji Nûçe Ciwan re axivîn.
Endama Koordînasyona KCR Ruheyv Agirî teqez kir ku pêvajo pêvajoyeke têkoşîn û berxwedanê ye: “Niha dem dema pêvajoya serhildanane, pêvajoya berxwedaniyê ye jî rastî di her alî de li her cihê kêliyên Şoreşê dest pêdike û dest pêkiriye jî di her çar parçê Kurdistanê de û bandora xwe li tevahî cîhanê dike. Ew jî bi pêşengtiya Jinan pêk tê ji bo vê jî pêwîste em wek jin pêşengtiya vê şoreşê berdewam bikin û erka xwe ya pêşengtî xurtir bikin ji bo ku em bighêjin asta Serkeftinê. Bi taybet wek jinên Ciwan qîrdike û dibêje ez ê tu carî ji bo xwe dagirkerî qebûlnekim û din av xefkên mal de ez ê qebûlnekim, din av Kolanekê de ez ê ne yêm girtin, xwe bi kesî ve girê nedim û koletî ji bo xwe qebûl nekim dadikevin kolanan.
“Pêwîste berê xwe bide Çiyayên Azad û bibe Şervana Heqîqetê”
Di vî alî de jî hemû Şoreşên ku hatî kirin di sekna Jinên Ciwan de hatî kirin, îrojî em dibinin di hemû serhildanan de bandora ku tê kirin Jinên Ciwanin. Pêwîste Jinên Ciwan vê berxwedaniyê diha xurtir bikin, hîn diha pêşwazî baş bikin, taybet wekî Serhildanên ku li Rojhilat tene çêkirin, meşen ku tene çêkirin hemberî dagirkeriya Îranê, pêwîste hîn diha xwedî helwest be, ji ber ku divê dema dawî me dagirkeriya dewleta Îranê dît a ku ser Jinên Ciwan dimeşand da ku bêdeng bibin, ew dizane ku bi hêz û îradeya Jinên Ciwan wê dagirkerî têk biçe ji bo vê jÎ her Jinên Ciwan dikin hedefa xwe, ji bo vê yeke jî pêwîste Jinên Ciwan di Zanîngeha de, di malan de, di her cihî de denge xwe bilind bike li hember vê dagirkeriyê.
Divê Jinên Ciwan xwedî helwest be bê deng nebe, bêje li kuderê berxwedan hebe divê ew li wir pêşengtî bike, û ji bo xwedî li ax û warê xwe derkeve pêwîste bere xwe bide Çiyayên Azad û bibe Şervana Heqîqetê da ku vê desthilatdariyê û dagirkeriyê ji holê rake.
Her wiha Endama KCR a bi navê Dêrsim Tolhildan di derbarê rewşa dawî de ji çiyayên azad nerînên xwe ji me re parvekir û wiha dest bi axaftina xwe kir: ” Wek ku tê zanîn di van salên dawî de dewletên dagirker êrîşên xwe li ser gele Kurd zêdetir kiriye, her dewletekê Kurdistan di nava dewleta xwe da kiriye çar parçe, li gorî berjewendiyên xwe li ser gel û bi taybet Ciwanan polîtîkayên xwe bi rêbazên cüda cüda pêk tîne. Li ser çar parçên Kurdistanê leyistokên pir xirab dimeşîne û van kiryarê li beramber Kurdistanê çêdibin û bi taybet Rojava, div ê dawî de jî me dît çawa êrîşî Rojava kir.
” Tekoşîna redîqal li Çiyayên Azad heye”
Niha li beramber van kiryaran, li beramber van qetilaman bêdeng mayin sûce, ji bo vê jî helwesteke mezin pêwîste ew jî di aliye ciwanan de divê pêk were, di her aliye civakê de bêdeng mayin gerek nebe û bi taybet di aliye Ciwanan de, gerek helwesteke hîn mezin derkeve holê, ew helwest helwesteke redkirina komploya sîstemê ye, ew sîstema dagirker ku xwe li çar parçê Kurdistamê bi cîh kiriye, û li her dere zarokên Kurdan qetil dike, li her dere cîhanê li beramber kurdan êrîş dike, ciwanekî bêdeng nemîne, bi taybet redkirina sîstemê ji xwe re esas bigre. Li refên Şoreşê cihê xwe bigre, yanî helwesta ya herî redîkal ev e.
Heger nahêlin Ciwan bi azadî jiyana xwe berdewambikin, bila Ciwan jî wê dewletê red bikin, herger ew jî nebu wê deme dikarin berê xwe bidin çiyayên azad û li dijî wê tekoşînbikin. Li kuderê tekoşîn hebe bere xwe bidin wir , Ciwan gerek cihê xwe div an cihan de bigirin, divê li wan cihan tekoşînê bilind bikin. Berî her tiştî pêwîste em tekoşîneke redîqal bimeşînin, ew tekoşîna redîqal li çiyayên azad heye, tekoşîna azad li Rojava heye, li Rojhilat heye, li Başûr heye, li Bakurê Kurdistan û çiyayê wê de heye.
NC / Bahoz Cûdî