NAVENDA NÛÇEYAN – Rojameya ‘Xwebûn’ dê li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê tekane rojnameya bi kurdî be û wê bi zaravayên kurmancî û kirmanckî derkeve. Destpêkê dê rojname ji 12 rûpelan pêk bê û paşê heke bivê wê hejmara rûpelên wê bên zêdekirin.
Her wiha ji Bakur, Rojava, Rojhilat û Qazaxistan, Ermenistan, Lubnan û Ewropayê jî gelek kes di rojnameyê de cih digirin. Di nav kadroya nivîskarên rojnameyê de Kejal Ehmed, Kakşar Oremar, Abdullah Peşêw, Ehmed Huseynî, Kînyas Mîrzayev, Selîm Temo, Şener Ozmen jî hene.
Wê di rûpelên polîtîka, çand, jiyan, hevpeyvîn, ekolojî û aboriyê de nivîsên dosyeyî, lêkolînî, analîz hwd. cih bigirin. Armanca Xwebûnê ew e ku bi zimanekî xwerû, bi fikr û ramaneke dewlemend weşana xwe bike.
Xwediyê îmtiyazê yê Xwebûnê Kadrî Esen, anî ziman ku xwebûn ji ber pêdiviyekê derketiye holê. Esen diyar kir ku armanca wan ew e ku derdorên civakê hemû xwe di rojnameyê de bibînin û vê yekê jî bi zimanekî xwerû û naverokeke xurt bikin. Esen, got ew ê hewl bidin ku bi Xwebûnê rojnamegeriyeke baş û xurt bikin.
Esen destnîşan kir ku heger Xwebûn baweriyekê bide xwendevanan dê bi ser bikeve û temendirêj be. Esen got di serdemeke ku rojname hemû dişibin hev de tişta sereke rojnamevaniyeke rasteqîne ye û got, ji bo wan tişta girîng ew e ku li gor berpirsiyariya pîşeya rojnamegeriyê tev bigerin û vê berpirsiyariyê pêk bînin.
Esen, diyar kir ku ji ber zext û zoriyên li ser azadiya fikr û ramanê, tişta niha tê kirin ew e ku ev pîşe neyê kirin û bi rê ve neçe û bibîr xist, ji ber vê niha 141 rojnamevan di girtîgehan de ne. Esen, destnîşan kir ku ji ber ku çapemeniya muxalif di rojnamegeriyeke rasteqîne de israr dike, çapemeniya di bin banê îktîdarê de jî bi manîpulasyonan tev digere.
Her wiha Kadrî Esen destnîşan kir ku naxwazin qîma xwe tenê bi Kurdên li Tirkiyeyê bînin, armanca wan xwe bigihînin tevahiya Kurdan û got wê belavkariya wan jî li gorî vê asasê bê kirin.