HESEKÊ – Şervanên QSD’ê yên di nava Berxwedana Cenga Rojava de cih digrin ji ajansa me re asta Berxwedanê vegot û rola ciwanan li hemberî êrîşên dagirker nirxandin. Şervanê QSD’ê Demhat Rojava û Alan Xelîl armancên dewleta tirk a dagirker nirxandin û bang li ciwanan kir ku di nava refên berxwedanê de cihê xwe bigrin.
Şervanê QSD’ê Demhat Rojava wiha axivî: “Destpêkê di şexsê şehîd Ronahî de ez tevahî şehîdên Rojavayê Kurdistanê bibir tinim. Dewleta tirk a dagirker xweste bi êrîşên xwe li ser Serêkaniyê komploya 9’ê Cotmehê li ser Serokatî û Gelê me car din zindî bike. Pêwiste ew berxwedaniya ku gelê me û şervanên QSD’ê li ser Serêkaniyê dameşandin kêm neyê ditîn. Ji dirokê heta niha xeta Berxwedan û xeta Îxanetê li kêleka hev meşiyane, me vê rastiyê cardin li Serêkaniyê dit. Lê disa jî çawa Ciwanên Rojavayê Kurdistanê berê xwe dan Başûrê Kurdistanê an jî cihên din ê berxwedanê, wusa jî ji her çar helên Kurdistanê Ciwan berê dan Rojava û cihê xwe di çeperên Berxwedanê de girtin. Gelek ji wan jî şehîd ketin. Ez bang li tevahî Ciwanên Kurdistanê dikim ku rola xwe di nava hêzên eskerî de hin bêtir bilîzin. Pêwiste her ciwanek di nava refên QSD, YPG û YPJ’ê de cihê xwe bigre.”
Şervanê QSD’ê Alan Xelîl jî axaftina xwe de wiha destpê kir: “Em şehîdên xwe ên bi qehremantî li dijî dagirkeran şer kirin bi bîr tînin û silavên xwe ji hemû şervanên ên destanên qehremantiyê di çeperên şer de dinivisînin dişinim.”
Di berdewamiya axaftina xwe de Şervanê QSD’ê Xelîl bal kişand ser armancên dewleta tirk a dagirker û wiha got: “Ev dijminê me dixwaze di bin navê avakirina herêmeke ewle li herêmên me bicih bibe. Lê bes di rastiya xwe de gelek derew vedişêre û gelek armancên wî ên cuda hene. Yek jê guhertina demografîk û koçberkirina gelê herêmê yê. Li şûna wan dixwazin malbatên çeteyan bicih bikin. Armanca duyemîn jî tekbirina fikra demokratîk ya ku bi saya wê em bi aramî jiyan dikin. Ev dijmin bi gelek kiryarên xwe ên qirêj dixwaze armancê xwe pêk bine. Lê em weke Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê me soz daye û em dîsa soz didin ku em vê fikra demokratîk biparêzin. Em ê bi hemû hêza xwe û heta xwîna ya dawî ji bo vê fikrê têkoşîn bikin.”
Di dawaiya axaftina xwe de Alan Xelîl ev bang li ciwanan kir: “Ez wekî şervanekî QSD’ê bang li hemû keç û xortên vî welatî dikim, ku bi hemû pêkhateyên xwe tevlî refên hêzên QSD’ê bibin û bi erka xwe ya welatparêzî re rabin. Gotinek heye dibêje “Ger tu nebe kî? Niha nebe kengî? Carek din hemû hêzên me ên di çeperan de silav dikim û şehîdên me bibîr tînim.”