NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandina Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê derbarê mijarê de daxuyanî da û tê de got:
“Piştî şopandin û lêpirsînê, Hêzên Têkoşîna li dijî Sûca Birêxistinkirî ya girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Minbicê di 22-12-2019`an de bazirganek madeyên hişbirê girt. Pê re miqdarên ji madeyên hişbirê destser kirin. Made wiha ne:
79 hebên hişbirê, kilo û 200 gram heşîş, 112 gram heşîşê hevîr, 180 gram hurrayin û 400 gram tovên heşîşê.
Tevî wê jî hezar û 500 dolarên sextet. Bazirgan li xwe mikur hat û agahî girêdayî 7 kesên ku madeyên hişbirê dibin, dan. Hêzê ew kes jî girtin. Ev sûcdar tevî madeyên ku pê re hatine girtin ji komîteya dozgeriyê re hatin şandin ji bo ku cezayên xwe yên adil bibin.”