TRABZON – Çalakiyên Înîsyatîfa Zarokên Agir li Tirkiyeyê bênavber didomin. Înîsyatîfa Zarokên Agir ku Trabzonê xistin bin dorpêça agir, der barê 22 çalakiyên xwe yên hemwext daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çalakiyan de 10 mal jî hatine şewitandin. Li gorî agahiyan agir berê xwe dide malên zozanan.
Daxuyaniya Înîsyatîfa Zarokên Agir wiha ye:
“Ji hêla Înîsyatîfa me di 23’ê Kanûna 2019’an de li hemû navçeyên Trabzonê ‘Çalakiyên Ji Agir’ hemwext pêk hatin. Di çalakiyan de herêmê daristanî û di nav de 10 mal hatin şewitandin. Agirê ku mezin bû berê xwe da malên li zozanan. Heta pergala qirker, kedxwar û faşîst nebe xwelî wê agirê me netefe.”