SINE – Li Sine Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi daxuyaniyekê êrîşên dagirker ên dewleta tirk a qirker şermezar kir û bang li ciwanan kir ku bi Berxwedanî û hişmendiya netewî tevbigerin da ku destekftiyên Şoreşê bên parastin.
Daxuyaniya Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê wiha ye:
“Gelê Kurd di her warî de di qonaxên giring de derbas dibin. Di vê serdemê de derfetên min bidest ketin. Li beramberî vê pêwiste hemû kes bi erkên xwe ên netewî rabin û ji bo berjewendiyên gel û welatê xwe bixe tevgerê. Îro dewleta tirk a dagirker û rejîma faşîst a Akp êrîşî Rojavayê Kurdistanê dikin. Li herêmê hewl dide guhertinên demografîk pêk bine û gelê herêmê di komkujiyan re der bas dike. Bi berxwedanî û hişmendiya netewî em dikarin destkeftiyên xwe biparêzin. Wateya ‘Berxwedan Jiyane’ îro disa me berbiçav ditin. Pêwiste Ciwanên Rojhilatê Kurdistan baş bizane, ger îro êrîşî Rojava dikin, wê sibê dor bê Rojhilat jî. Em wek şopdarên şehîd Zirwan soz didin ku em ê heta dilopa xwîna xwe a dawî li ser xeta Rêber APO û şehîdan xebatê xwe bimeşinin û Şoreşa tevahî Kurdistanê pêk binin.”