BEHDÎNAN – Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê der barê çalakiyê ev agahî parve kiribû:
“Hêzên me di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Cenga Heftanînê de ku li Herêma Heftanînê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dike, li dijî artêşa TC a dagirker a li Girê Konferansê ya Mezin di 29’ê Mijdarê de saet di 14:00 de çalakiyek pêk anîn. Di çalakiyê de leşkerekî artêşa TC a dagirker hat kuştin.”