HESEKÊ – Ji ber êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser Rojavayê Kurdistanê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêdetirî 300 hezar kes koçî herêmên hundir ên dûrî sînorê Rojava-Bakur bûn. Ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser kampa bi navê ‘Waşokanî’ ji koçberan re vekir. Rêveberiya Xweser kampa Waşokanî li rojavayê bajarê Hesekê vekirin. Li vê kampê zêdetir gelê ji Serêkaniyê bicih bûne. Li kampa Waşokanî ku zêdetirî 1.100 zarok lê dimînin, ji bo ku ji mafê perwerdeyê bêpar nemînin Desteya Perwerdê ya girêdayî Rêveberiya Xweser dest bi xebatên xwe kir û 14 kon ji bo perwerdeyê amade kirin. Her wiha li zarokên kampê qirtasîye û çente hatin belav kirin û pêwistiyên wan bicih anîn.
Mamoste Lorîn ji Serêkaniyê ku niha li Kampa Waşokanî zarokan perwerde dike nerînê xwe der barê xebatên perwerdeyê wiha anî ziman: “Li Serêkaniyê jî me zarokan perwerde dikir, lê dijmin xweste me tune bike û êrîşî me kir. Ruxmê êrîşan wan ku dixwaze zimanê me tune bike, em hatin bajarê Hesekê û li vir kamp hate avakirin. Ji bo em ziman û hebûna xwe biparêzin me disa dibistan vekirin. Em zarokên kampê li vir perwerde dikin. Me pêwistiyên zarokan bicih anîn û alavên dibistanê wek cente, pênûs, lênûs û jêbir belav kir.”
Berdevka dibistanên Serêkaniyê Mamoste Fatma Mihemed jî xebatê xwe ên li kampa Waşokanî wiha vegot: “Ev kampa Waşokanî ev demek li ser tên xebitandin û tê amade kirin. Da ku zarokên kampê ji perwerdê bêpar nemînin me jî pergala xwe ya perwerde li vir da rûniştandin. Rêveberiya kampê û me wek rêveberiya dibistanan bihevre niqaş meşandin em çawa sîstema perwerde bidin avakirin. Bi alîkariya Rêveberiya Xweser ev kamp nava demek kin de hate avakirin. Niha jî ji bo perwerdeya zarokan 14 kon hatine veqetandin. Ev kon wek odeyên dibistanê hatine amade kirin bi mase û kursî. Ji 22’ê Kanûnê dibistan bi fermî hate destpê kirin. Me demên perwedeyan li ser 3 wextan belav kiriye. Ji saet 7’an heta 10’an wê refên 3, 4 û 5 derbasî dibistanan bibin. Ji saet 10’an heta 13’an wê refên 1 û 2 perwerde bibine. Û ji saet 13’an heta 16’an wê refên 6, 7, 8 û 9 ev dibistanên ku bi konan hatine avakirin bikar binin. Bi alîkariya saziya ‘Help Kurdistan’ û di encama xebatên Desteya Perwerdeyê li hemû xwendekarên kampê qirtasîye û çente hatin belav kirin. Mamoste jî hatine ferz kirin. Demê pêş de em gavên mezintir bavêjin ji bo pêşketin û perwerdeya wan zarokan.”