HESEKÊ – Yekîtiya Jinên Ciwan a Kantona Hesekê bi beşdarbûna gelek jinên ciwan civîna xwe a salane pêk anî. Di civinê de rewşa sîyasî, rêxistinî û plansazî hatin niqaşkirin û xebatên salekê yê jinê ciwan hatin nirxandin.
Civîna salane ya Yekîtiya Jinên Ciwan a li ser asta kantona Hesekê bi yek deqe rêzgirtin ji bo şehîdên şoreşê destpê kir. Piştre Rêveberiya Giştî a Yekîtiya Jinên Ciwan Jiyan Koçer derbarê rewşa sîyasî nirxandina kir. Jiyan Koçer bal kişand ser êrîşên dagirker ên dewleta tirk a qirker û giringiya xebatên jinên ciwan di vî warî de nirxandin. Koçer di dawiya axaftina xwe de erk û berpirsyartiya jinên ciwan di vê pêvajoyê de anî ser ziman.
Di civînê de perspektifên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan derbarê têkoşîna azadiya jinan hate xwendin û sinevizyonek li ser xebatên jinên ciwan hate temaşe kirin.
Di beşa dawî a rojeva civînê de plansazî hatin danin. Di nava plansaziyên salek de çalakiyên ji bo azadiya Rêberê Gelan Ocalan, Festivala şehîd Stêrvan, tevlîbûnên nava refên YPJ’ê, seminer derbarê Şerê Gel ê Şoreşgerî û avakirina grubên parastinê yên jinên ciwan cihê xwe girtin.
Di dawiya civînê de hevseroka Komîteya Ciwan û Werzîşê a kantona Hesekê Nûşîn Ibrahîm daxuyaniyek xwend. Di destpê daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Jina kurd ji destpêka dîrokê ve hêza xwe ya avakirina kesayet, malbat û civakê û têkoşîna ji bo welatekî azad îspat kir. Ji ber vê yekê jin bû dayik, şervan û şehîd.”
Nûşîn Ibrahîm destnîşan kir ku bi saya xwîna şehîdan a pîroz û qehremaniya şervanên QSD’ê, beriya êrişa dewleta Tirk dagirker li ser herêmê aramî û ewlehî li herêmê serwer bû. Di van êrişan de jinan xweragirtina xwe û girêdana bi axa xwe ve îspat kir û bang li hemû jinên Sûriyê kir ku li dijî dijminahiya dewleta Tirk ku tundiya herî mezin li dijî jinê û mafê jiyanê ye, yekitiya xwe ava bikin.
Nûşînê wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Divê hemû jinên Sûriyê yên fermandar, şervan û dayik deskeftiyên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê biparêzin û rola xwe di birêvebirina civakê û parastina wê de bilîzin û xwe bi pêş bixin.”