HEWLÊR – Li gorî agahiyên me ji malbata Eyûb Xelîl wergirtin, ev 170 rojin wan tu agahî ji kurê xwe negirtine û asayîşa PDK’ê ew bêsedem dîlgirtiye.
Ciwanê bi navê Eyûb Xelîl ê li dijî dagirkeriya Tirk li Bradostê tevlî çalakiya mertalên zindî bibû, dema xwestibû vegere mala xwe, 8’ê Tîrmehê li navçeya Sîdekan a Hewlêrê ji aliyê asayîşa PDK’ê ve hatibû binçavkirin. Eyûb Xelîl bi sûcê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derketiye hatibû binçavkirin. Di 10’ê Tîrmehê asayîşa PDK’ê ew derbasî asayîşa Mesîfê kirin û li vir îskence lê kirin. Piştre asayîşa PDK’ê ew derbasî asayîşa Hewlêrê kirin.
Li gorî zanyariyên ku me ji malbata Eyûb Xelîl girtiye, der barê aqûbeta wî tu agahî nayê dayin û asayîşa PDK’ê Eyûp Xelîl ji malbatê vedişêre. Asayîşa PDK’ê nahêlê malbat biçe kurê xwe bibine. Hemû serlêdanên malbatê bê sedem tên redkirin. Malbat bi pirsa “Çima asayîşa PDK’ê nahêle em bi kurê xwe re hevditîn pêk bine?” nerazîbûna xwe anîn ser ziman û bang li rayedaran kir ku ji bo Eyûb Xelîl tekvin nava liv û tevgerê.
Der barê rewşa tendurîstî ya çalakvan Eyûb Xelîl tu agahî nehat bidest xistin.