BEHDÎNAN – Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi wesîleya salvegera komkujiya Roboskî daxuyaniyek weşand.
Daxuyaniya KCK’ê wiha ye:
“Artêşa Tirk beriya niha bi 8 salan bi balafirên şer 34 ciwanên Kurd qetil kir ku piraniya wan zarok bûn. Nepêkane ku mirov cesedên parçebûyî yên li hêstiran hatibûn barkirin ji bîr bikin. Em van mirovên xwe yên ji ber êrişa hêzên derveyî mirovahiyê û dijminê Kurdan şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê Kurdistaneke azad û Rojhilata Navîn a demokratîk biafirînin ku wê careke din mirovên me li ser sînor şehîd nebin.
Zarokên gelê me li welatê xwe bi sedan sal in ji aliyê hêzên qirker mêtinger ve bi mîtralyozan, bi bombeyan tên qetilkirin. Zarokên me, ciwanên me, jinên me, extiyarên me yên doh li Dersim, Zîlan, Koçgirî, Pîran, Hênê, Amed û Agiriyê hatin qetilkirin niha li Rojava bi bombeyan tên qetilkirin. Tenê sûcekî wan heye; daxwaza jiyaneke azad bi nasname, çand û zimanê xwe li welatê xwe. Çawa ku helbestvanê mezin Ahmed Arîf jî got, tenê sûcekî wan heye; ew jî li pasaportê germ nebûn.
Yê ku ferman da ku li Roboskî komkujî bê kirin Tayyîp Erdogan bi xwe ye. Ji Erdogan re dibêjin, ‘Di nava 40-50’î kesî de dibe ku yekî PKK’î hebe’ û jê dipirsin ’em çi bikin?’ Erdogan jî fermanê dide û dibêje hemûyan bikujin. Yên ku bi hêstiran bar bar dikirin eger ne sed kes bûna, eger hezar zarok û ciwan bûna wê Erdogan dîsa jî fermana kuştina wan bida. Bi zîhniyeteke bi vî rengî li dijî Kurdan şerê qirkirinê tê kirin. Ji bo van hêzên qirker ne Kurdek, ne hezar Kurd qîmetê milyonek Kurdan jî nîne. Ji heman ferasetê tê ku fermana kuştina milyonek Kurdî jî bide. Ji xwe fermana qirkirina Ermenan jî heman zîhniyetê dabû. Bi zîhniyeta faşîst a bi feraseta ‘dema mijar welat be yên din nehêja ye’ ev komkujî û qirkirin kir. Ya ku li Roboskî hate kirin êrişeke qirker e. Ji ber ku dewleta Tirk a heyî her êrişa li dijî Kurdan ji bo qirkirinê dike.
LI ROBOSKÎ TENÊ YÊN KU QEYMEQAM PROTESTO KIRIN Û KEVIR AVÊTIN HATIN DARIZANDIN
Balafirên şer ên ku li Roboskî komkujî kirin, ne weke ku serokwezîra qirker a demekê Tansû Çîller got ji Ermenistanê nehatin. Ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin qetilkirin û rayedarên dewlet û hikumetê jî ev yek qebûl kirin. Yên balafir bi kar anîn, yên ferman dan wan, fermandarê hêzên hewayî yê artêşa ku êriş kir, serokê fermandariya giştî yê heman artêşê eşkere ne, lê belê kesekî bi tenê jî nehate darizandin, nehate cezakirin. Ji ber ku ferman ji asta herî bilind ve hatibû. Li Roboskî tenê kesên ku qeymeqam protesto kirin û kevir avêtin hatin darizandin. Sûcdar bi zanebûn nayên cezakirin. Bi vî rengî dixwazin nîşan bidin ku kuştina Kurdan serbeste. Li Kurdan teslîmiyet tê ferzkirin. Polîtîkaya ku sed sal in li dijî Kurdan tê meşandin polîtîkayeke bi vî rengî ye. Der barê kuştina 33 Kurdên li Komkujiya Qelqeliyê hatin qetilkirin generalek tê darizandin û ji vê re jî dibêjin ‘Sendroma General Mûglali’. Bi vî rengî gotibûn, eger hûn lekşer, efser û generalan darizînin wê kes Kurdan nekuje. Ji ber vê yekê ji bo karibin bi hêsanî Kurdan bikujin niha ti sûcdar nayên darizandin.
Di doza JÎTEM’ê de beriya hefteyekê bersûcan hemûyan beraat kirin. Bi vî rengî peyama ‘kuştina Kurdan serbeste’ dan leşker û polîsan. Ji xwe ji ber vê yekê polîs û leşker bi fermana Tayyîp Erdogan bêyî guh bidin destûra bingehîn, qanûn û nirxên exlaqî yên civakî ji bo qirkirinê êrişî Kurdan dikin û zilmê dikin. Ev rastî hemû vê yekê nîşan dide; ne li Roboskî, ne li Cizîrê, ne li Nisêbînê û ne jî li Sûrê sûcdar wê neyên darizandin. Hesabê van komkujiyan hemûyan tenê bi xurtkirina têkoşîna azadî û demokrasiyê dikare bê pirsîn. Dema ku Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk hatin afirandin, hingî wê hesab ji van sûcdaran hemûyan hatibe pirsîn. Dema ku Kurdistana azad hate afirandin wê cezayê herî giran li qirkeran bê birîn.
Komkujiya Roboskî wê neyê jibîrkirin. Komkujiyên di dema berxwedana xwerêveberiyê de hatin kirin wê neyên jibîrkirin. Yên ku bi fermana ‘jin jî bin zarok jî bin wê ya pêwîst bê kirin’ jin û zarok qetil kirin wê neyên jibîrkirin. Yên li Roboskî hatin qetilkirin, yên li Cizîrê hatin qetilkirin, dayikên Taybet, Cemîle, zarokên li Şehbayê hatin qetilkirin hinceta ji bo têkoşîna Kurdistana azad in. Ji bo bîranîna van şehîdên me wê têkoşîna azadiya Kurdistanê bi biryardarî bê meşandin, bi avakirina Kurdistana azad, Tirkiyeya demokratîk û Rojhilata Navîn a demokratîk wê hesaab ji qirkeran bê pirsîn.”