NAVENDA NÛÇEYAN – Dadgeha Destûra Bingehîn têkildarî astengkirina malpera Wîkîpedîa ya li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê biryara bipêkirina mafê azadiya gotinê da û xwest astengkirin were rakirin.
Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM), têkildarî malpera Wîkîpedîa ya li Tirkiyê ku ev du sal û nîv e astengkiriye biryara bipêkirina mafê azadiya gotinê da. AYM’ê ji dadgeha cezayê sulhê ku biryara astengkirinê daye xwest vê astengkirinê rake.
Saziya Ragihandin û Teknolijiya Zanînê (BTK) di 29’ê nîsana 2017’an de malper ango xwegihandina Wîkîpedîa asteng kiribû. Weqfa Wîkîpedîa di 5’ê Gulana 2017’an de ji bo rakirina astengkirinê serî li 1’emîn Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqereyê da û îtîrazî astengkirinê da. Lê serlêdana Wîkîpedîa hatibû redkirin.
AJANSA ME JÎ BI HEMAN HENCETÊ TÊ ASTENG KIRIN
Ajansa Nûçe Ciwan jî ji milê Saziya Ragihandin û Teknolijiya Zanînê (BTK) bi biryarên Dadgeha Cezayê Sulhê ya Enqereyê bi hencetên nayê qrbûl tê asteng kirin. Ajansa me ev zêdetirî 50’î carî ji aliyê saziya dewleta tirk a dagirker tên girtin.