NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrîn (HRE) li ser çalakiyên li Ezaz, Malikiyê û Şerayê agahî da.
HRE’yê ev agahî da: “Çalakî û operasyonên hêzên me li dijî çete û leşkerên artêşa dagirker li herêma Efrîn û derdorê wê berdewam dikin.
Hêzên me 26’ê Kanûnê li dijî baragehên leşkerên artêş dagirker ên li Ezaz, Malikiyê û Şera çalakiyên serkeftî lidar xistin. Di encama çalakiyan de herî kêm 2 leşker hatin kuştin, 3 leşker brîndar bûn.
Artêşa dagirker piştî çalakiyan gundên Malikiyê, Merenaz, Şêwarqa û el-Qamiyyê yên ser bi navçeya Şera ya Efrînê bi dijwarî topbaran kirin. Di encama topbaranê de ziyanên madî gihîşt zevî û milkên şêniyên herêmê.”