HESEKÊ – Yekîtiya Jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku civîna xwe yên salane li hemû qadan pêk anî, îro jî li bajarê Hesekê civîna xwe a Meclisa giştî ya salane pêk anî. Meclisa Yekîtiya Jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîna xwe ya salane de hemû xebatên xwe ên sala 2019’an nirxandin. Civîna ku bi xwendina rapora xebatan a salane destpê kir bi nirxandinên reşwa rêxistinî û siyasî berdewam kir.
Di civîna giştî de ji bo sala pêş plansaziyên giring hatin danîn. Li ser esasê wan plansaziyan wê xebatên Meclisa Yekîtiya Jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di sala 2020’an bên mezin kirin.
https://www.nuceciwan39.com/ku/2019/12/25/yekitiya-jinen-ciwan-a-heseke-civina-xwe-a-salane-pek-ani/
https://www.nuceciwan39.com/ku/2019/12/25/li-rimelan-yekitiya-jinen-ciwan-civina-xwe-ya-salan-e-li-dar-xist/