HESEKÊ – Yekîtiya Jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî ku civîna xwe yên salane li hemû qadan pêk anî, li bajarê Hesekê civîna xwe a Meclisa giştî ya salane pêk anî. Endamên Meclisa Yekîtiya Jinên ciwan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji ajansa me re civînên xwe ên salane nirxandin û derbarê tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan axivîn.
Ronahî Arîn berdevka Jinên Ciwan ya herêmên pêkhateya Ereb ji ajansa me re encamên civîna salane ya jinên ciwan wiha nirxandin: “Me salek tijî berxwedanî li pêy xwe xist. Salek ku em hin berxwedana xwe mezintir bikin li pêşiya me ye. Hemû beşên xebatên Jinên Ciwan li ser asta Bakur Rojhilatê Sûriyê di vê civînê de cihê xwe girtin. Bi awayekekî befireh encamên sala derbasbûyî hatin nirxandin. Di civînê asta rêxistinbûyina jinên ciwan, asta têkoşînê û bersivdayîna pêvajoyê di kijan astê de bûn hatin niqaşkirin. Heta astekê li dijî êrîşên li ser herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê tevgerandinek jinên ciwan çêbû. Dema dagirkerî pirr zêde hebû, hewldana lêgerîna azadiyê jî pirr zêde bû. Bi hewldana lêgerîna azadiyê jî encam derketin holê. Me jî wek Jinên Ciwan têkoşînek da meşandin. Pêşketinek mezin hatiye bidest xistin, hem di nava jinên ciwan û bi giştî ciwanan. Taybet jinên ciwan li herêmên ereban wek Tebqa, Reqa, Dêra Zor, û Minbic pêşketinên mezin ên fikir bidest xistin. Ger em bi 2 sal berê re qiyaz bikin, cudabûnek pirr mezin tê ditin. Di milê fikirî, têkoşîna jiyanî û felsefî de û taybet hewldanê lêgerîna azadiyê pirr baş tê ditîn. Ev bi hesanî nehat bidest xistin, di encama şahadet û bedalan ev pêk hatiye. Lê wek rêxnedayîn jî ji bo me ku me xwe hin negihandiye hemû jinên ciwan. Hindek cih hene li Sûriyê me xwe hin negihandiye ew der. Ev têkoşin bi giştî bu têkoşînek jinê. Bi ketina çeteyên wek Ceyş-el-Hur, El-watanî û berê DAIŞ û niha jî dewleta tirk û çeteyên wê bandorên neyîn li ser civakên li herêmê çêbûn, taybet li ser jinên ereb. Di serî de di şexsê jinê xwestin vê civakê tune bikin.”
AZADIYA FÎZÎKÎ YA RÊBER APO BENDEK ESASÎ YA TÊKOŞÎNA ME YE
Ronahî Arîn derbarê esaret û tecrîda hovane li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan ev tişt anî ser ziman: “Yê pêşengtiya Netewa Demokratîk, Yekîtiya Gelan û berxwedaniya azadiyê kir û ev fikir da civakê Rêber APO bû. Têkoşîna ku li herêmên ereban tên meşandin li ser esasê fikir û felsefeya Rêber APO de ye. Kê berê nikarî bû serê xwe ji derî derxe ango gotinekê bêje, îro buye rêveber. Civakekê rêve dibin, behsa mafê xwe dikin. Tirsa wan nemaye, ji ber tiştek nema nehatiye serê wan, tu zilm nema ku wan neditiye. Ew jî gihiştin vê encamê ku bêdengî û xwe xistina qûnjikan tu tiştekî jê dernakeve. Ji ber vê jî niha têkoşîn li ser esasê “ji bêdengiyê re na, ji berxwedan û têkoşînê re erê” tê meşandin. Rêberê me Rêber APO ku ji bo me rêberê têkoşînê ye, rêberê fikir û îdeolojiyê ye niha di bin esaret û tecrîdek hovane de ye. Her roj êrîşên şerê taybet û fîzîkî tên kirin, esaretek ku li cihanê nehatiye ditîn li ser wî tê meşandin. Ji bo me her sal azadiya Rêber APO bendek esasî ye. Azadiya fîzîkî ya Rêberê me û ji esaretê derxistin bendekî esasî ye di têkoşîna me. Em jî heta azadiya Rêberê xwe di nava têkoşînê de bin. Zihniyeta ku li herêma Bakur Rojhilatê Sûriyê zilmê dike, heman zihniyete ku tecrîdê ser Rêberê me dimeşine. Ger em vê zihniyetê têk bibin em tecrîdê jî bişkînin. Ger em Rêberê xwe ji esaretê rizgar nekin, em car din dagirkeriyê bibin. Bi zilm, hovitî û êrîşên li ser wan herêman dixwazin fikirê Rêber APO têk bibin. Ji ber yê ku niha li vir jiyan dike fikir û îradeya Rêber APO ye. Bi vê zanebûnê em ê têkoşîna xwe di sala nû de bilindtir bikin. Sala li pêşiya me dibe ku tijî zor û zehmetî be, lê wê hebûn û tunebûna me diyar bike. Ji ber vê em ê bi hemû hêza xwe a fikirî û fîzîkî li berxwe bidin. Li dijî zihniyeta dagirkerî, desthilatdarî û zihniyeta moderniyeta kapîtalîst em ê têkoşînek xurt û berfireh bidin meşandin. Bi fikir û felsefeya Rêber APO, bi azadiya Rêber APO em ê hemû qadên dagirkirî rizgar bikin. Bi azadiya Rêber APO em ê hemû Rojhilata Navîn ji dagirkerî û şerê heyî rizgar bikin.”
BI RIYA ÊRÎŞÊN DAGIRKER XWESTIN TECRÎDÊ BIDIN JIBIR KIRIN
Ahin Eli berdevka Meclisa Ciwanên PYD’ê tecrîda li ser Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir û wiha nirxandin: “Mirov çiqasî jî tecrîda li ser Rêber APO bine ser ziman ewê kêm bimine. Ev tecrîd kete sala xwe ya 21’an. Ruxmê ku hemû dewletên navnetewî piştgirî didin tecrîda ku dewleta tirk li ser Serokatî ferz dike, disa jî Serokatî dibêje min hin tiştekî nekiriye, ez dikarim bêtir tişt bikim. Milê xwe yê îdeolojîk hin xurtir kir. Îmraliyê veguhert dibistanek ji bo tevahî cihanê ku azadiya xwe û demokrasiya xwe difikire. Serokatî tecrîdê veuhert dibistanek têkoşînê. Ji ber ku Serokatî ev îdeolojiya azadî û demokrasî ewqasî pêş xistiye, buye hedefa êrîşên hemû dewletên navnetewî. Yanî ev komploya navdewletî her nû dûbare dike, ji bo ku îdeolojiya Serokatî bide guhertin. Lê Serokatî ev îdeolojiyê kiriye bingeha Şoreşê li cihanê û hemû kes wî wek Rêberekî jixwe re qebûl kiriye. Em jî wek jinên ciwan, em ê têkoşîna xwe li ser vê îdeolojiyê mezintir bikin. Di şexsê Leyla Guven grevên birçîbûnê encam girtibû û me rewşa Serokatî ji bo demekê fêm kir. Lê tecrîd disa ket dewrê. Tu tecrîd nikare ev îradeya fikir û felsefeya Rêber APO ku di nava civakê de belav buye bişkine. Em jî wek jinên ciwan, li kijan qadê dibe bila bibe, em ê heta dawî ji bo azadiya Rêber APO şer bikin. Ji bo tecrîdê bi me bide jibir kirin êrîşên dagirkeriyê li ser Rojava dadestpê kirin. Armancek wan êrîşan ew jî bû ku em tecrîdê û rewşa Serokatî jibir bikin. Lê em baş dizanin ku azadiya me bi azadiya Serok APO re girêdayî ye. Ger her çar hêlên Kurdistanê azad bibe jî, ger Serokatî ne azad be, em ê jî ne azad bin. Ger Serokatî azad be, em jî ew dem azad in.”
XEBATÊN JINÊN CIWAN LI DIJÎ ZIHNIYETA FAŞÎST DISEKINE
Zehra El Mihemed rêveberiya Jinên Ciwan ên bajarê Tebqa: “Em wek rêveberên xebatên jinên ciwan îro li bajarê Hesekê ji bo li darxistina civîna xwe ya sale hatin gelhev. Me îro nîqaşên xwe li ser jinên ciwan, kar û xebatên wan meşand. Rola jinên ciwan ya girîng di şoreşa Rojava û Bakur Rojhilatê Sûriyê hate nirxandin. Têkoşîna jin û taybet jinên ciwan li dijî dagirkeriya dewleta tirk a û li dijî kiryarên çeteyan hate niqaşkirin. Bi xebatên xwe li dijî ev zihniyeta faşîst disekînin û bihevre ber bi azadiya jinê ve diçin.”
DI SALA 2020’DE ŞIKANDINA TECRÎDA LI SER RÊBER APO JI BO ME ESASÎ YE
Yek ji Rêvebera xebatên Xwendekaran Şilan Efrîn: “Bi beşdarbûna Rêveberên Jinên Ciwan ji tevahî qadan civîna me ya salane pêk hat. Di vê civînê de asta îdeolojiya azadiya jinê û xebatên me yên jinên ciwan hatin nirxandin. Hemû pirsgirêkên jinên ciwan ku li qadan jiyan kirine, ji bo di sala pêş de disa dûbar nebin di civînê de hatin nirxandin. Erka me serek ya xebatan jixwe şikandina tecrîda li ser Rêber Apo ye, û bi vê re giredayî azadiya wî ye. Tecrîda li ser Rêber APO tecrîda li ser jinê ye. Li ser beden û zihniyeta azad a jinê ye. Di şexsê Rêber APO dixwazin îradeya hemû jinan binbixine. Ji me bilindkirina asta têkoşînê tê xwestin di vê pêvajoyê de. Bi hêz û serkeftina jinê ku li dijî koletî û hişmendiya DAIŞ’ê bidest xistiye em xebatên xwe dimeşînin. Xebatên me çawa navnetewî ye, wiha jî hemû pêkhateyên li herêmê cihê xwe di nav de digrin. Encamên têkoşîna ku beriya 42’an hatiye destpê kirin em di roja me ya îro de berbiçav dibînin. Ev zihniyeta serwer ya zilam ku beriya 5000 sal xwe ferz kiriye ancax bi xurtirina xebat û bilindkirina asta têkoşînê têk biçe. Jinên Kurd heta astekê ev zihniyeta zilmsalarî têk biriye. Di plansaziyên 2020 jixwe wek sereke şikandina tecrîda li ser Rêber APO û belavkirina fikir û felsefeya Rêbertiye. Taybet fikirên derbarê azadiya jinê li tevahî cihanê belavkirin û dayina nasin. Em bang li tevahî jinên cihanê jî dikin ku li kêleka me têkoşîna xwe bilind bikin ji bo jiyanek azad.”