NAVENDA NÛÇEYAN – Xizmên şehîdên Komkujiya Roboskî di salvegera 8’emîn de çûn ser gora zarokên xwe û ew bi bîr anîn.
Îro salvegera 8’emîn a Komkujiya Roboskî ye. Di 28’ê Kanûna 2011’an19 jê zarok 34 welatiyên ji gundê Roboskî yê bi ser navçeya Qilaban a Şêrnexê bi bombebarana balafirên şer ên dewleta Tirk şehîd bûn.
Malbat û xizmên qurbaniyên Roboskî bi salane dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernedane û îro carek din reş li xwe girêdan û ji bo bîranîna zarokên xwe çûn Goristana Roboskî.
Tevî hewaya sar û barîna berfê jî Roboskiyan wêneyên xizmên xwe hildan û ji nav gund heta goristanê meşiyan. Wek her sal bîranîna îsal jî reş hat girêdan. Xizmên qurbaniyan careke din nerazîbûn nîşanî kujeran dan û carek din daxwaza xwe ya edaletê anîn ziman.
Hevserokên HDP, BDP, KCD, HDK û tevî nûnerên rêxistinên civakî jî beşdarî merasîma bîranînê bûn.