NAVENDA NÛÇEYAN – Li gorî agahiyan, ciwana bi navê Hêlîn Yuce (17) a li taxa Ûydûkent a li bajarê Çewlikê bi rengekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Hate îdîakirin ku jin a ciwan şeva Şemiyê saet di 23:00 de ji qatê 5’an ê apartmaneke li kolana Ûnîversîteyê xwe avêtiye xwarê û dawî li jiyana xwe aniye.
Yuce ku rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Çewlikê nekarî bê rizgarkirin. Nehate eşkerekirin ku Yuce ji ber “întixar” kiriye.
Der barê bûyerê lêpirsînê dest pê kir.