SILÊMANÎ – Dihat payîn ku filmê ‘Berxwedana 100 rojî ya Sûrê’ sibe li Sînemaya Salim a Silêmaniyê bihata nîşandan. Lê Rêveberê Sînema Salim Rewez Heme Salih diyarkir ku asayîşê ji wan re gotiye ew ê rê nedin film were nîşandan.
Di hate payîn sibe ango roja dawî ya salê filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ ku berxwedana 100 rojî ya Sûra Amedê vedibêje li Sînemaya Salim a Silêmaniyê bihata nîşandan. Lê îro asayîşa Silêmaniyê biryar daku ew rê nedin film were nîşandan.
Têkildarî astengkirinê Rêveberê Sînema Salim Rewez Heme Salih ji Rojnews’ê re axivî û got; “Asayîşa Rizgarî peywendî bi mere kir û gotin nabe filmê Berxwedana 100 rojî ya Sûra Amed’ê were nîşandan. Piştre asayîşa nava bajêr jî bi heman awayî li me geriya û ji mere got nabe ew film were nîşandan. Piştre ji bo em bizanin sedem çiye, me serdana asayîşa Silêmaniyê kir. Rayedarên asayîşê ji me re gotin, ji bo aramiya bajêr û parastina berjewendiyên aramiya bajêr rê nadin ew film were nîşandan.”
Her wiha Heme Salih diyar kir ku ew ê wek Sînema Salim îro daxuyaniyek li ser mijarê bidin.
Çiroka film li ser berxwedana 100 rojî ya sala 2015 û 2016’an a gelê Kurd a li Sûra Amedê dijî dagirkeriya dewleta Tirk hatî kirin, dike.
Sehneyên fîlm li Kobanê û li hinek deverên din ên Rojavayê Kurdistanê hatine kişandin. Film ji bûyerên rasteqîn ên berxwedanê pêk tê. Film çîroka berxwedana ciwanên Kurd ên li dijî êrişên dewleta Tirk kolanên xwe diparêze ye.
Filmê ‘Ji Bo Azadiyê’ care yekem di meha Mijdarê de di festîvala navneteweyî ya Hind de hate pêşandan. Di 31’ê Kanûnê de wê li Silêmaniyê were pêşandan û wê di meha Çile de jî li Rojavayê Kurdistanê û Holanda were pêşandan.