SILÊMANÎ – Jinên Ciwan yên Tekoşer û Gencanî Welatparêz li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê ji bo bîranîna 34 şehîdên Roboskî şanoyek pêşkêş kirin.
Şanoya ciwanan ku saet 16:00’an destpêkê kir bi beşdarbûna gelek welatiyan pêk hat. Piştî şanoyê ciwanan diyar kir ku ew ê tola şehîdên Roboskî ji kujeran hilê.
Di 28’ê Kanûna 2011’an balafirên şer ên dewleta tirk a dagirker li gundê Roboskiyê 34 ciwanan qetilkiribû. Ev roj wek “Qetlîma Roboskî” cihê xwe di nava dîrokê de girt.