QAMİŞLO – Tevî evqas êrîşên hovane ê ku dewleta dagirker a Tirk li ser Gelê Kurd dimeşîne, li kêleka wê jî hin kesên Kurd ên ku xwe firotine bi pera da ku bibin astang li hember Yekîtiya Gelê Kurd û destkeftiyên ku gel bi dest xistine hene. Lê mixabin ew kes nikarin îradeya gel ê ku bi salane tekoşîn dike bi Fikra û Felsefeya Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bişkîne, ten ê dikare di nava dîroka Xiyaneta Kurda de cih bigre. Yek ji wan mijaran ku li ser ragihandinê hatiye belavkirin bi hinceta ku PYD’ê ji sala 2012’an ve Endamên ENKS’ê girtine û heya niha tu agahî ji wan nîne. Derbarê vê mijarê de Hevserokê Buroya Têkiliyên Giştî yê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û berdevkê partiyê Salih Muslim nerînên xwe ji Ajansa me re parvekir.
Salih Muslim wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji bo mesele Yekîtiya Gelê Kurd vaya xwesteka gele, xwestekê gel ne tene li Rojava ye, li her çar parçê Kurdistanê ye. Dema ku en niha tê re derbasdibin Yekîtiya gel pêwîst e li her çar parçê Kurdistanê û di serî de yekîtiya Partiyên Siyasî gereke. Em wek Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) ev e xwestekê me ku yekîtî çêbe, ne ji niha de em dixwazin me ji 2014’an de xwestibû, lê mixabin ew Yekîtiya bi awayê ku me dixwest, gel dixwest nehate çêkirin.
Piştî Şoreşa Rojava jî Civînê me yê ku çêbuyî jî, dîsa jî em nikarîbun bighêjin wê encama Yekîtiyê. Xuya ye ku hindek alî li ser dixebitin ku Kurd nebine Yek, û ê ku dibe asteng ji bo ku yekîtiya Kurda çênebe, ew ya mixabin îrada gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê û li her çar parçê Kurdistanê vaye înkar dike, û li hember vê îradê derdikevê”.
Muslim di berdewamiya nirxandinê xwe de bal kişand ser hincetên ku dibin astang ji Yekîtiya Gelê Kurd re: “Lê mixabin xuyaye hinek alî yan jî kesin naxwazin Yekîtiyî çêbe, ji ber vê yeke jî hincet derdixin, yek ji van hincetana jî (Wekî girtiyê me hene) nizanim çîme hene, ew girtiyên ku dibêjin, tabî me navê wan jî dîtin li ser internetê dîtin, wek ku ew dibêjin ji 2012/ 2014 ve hatine girtin, di wê deme de bi sedan insanên me xunda bûne, ji Kobanê tenê 700 insan xudabuye, ev hemû jî lêkolîn pê gereke. Hinek rêjîmê xuda kirine, hinek hêzên derdurê xuda kirine, hinek kesên din xunda kirine û bi taybetî jî ê ku berî vî şerî jî DAIŞ di nav me de bu, rêjîm di nav me de bu.
Me berê jî anîbû ser ziman dibêjin girtiyên Siyasî, Girtiyên Siyasî li gel me tüne ne, ev nûçeyên ku didin girtiyên siyasî gel me tiştekî bi vî awayî nîne. Girtiyên Siyasî gel me nînin. Me ji asayîşê pirsî, ji hêzê hundirîn pirsî, me ji rêveberiyên xwe pirsî, rastî girtiyên siyasî tünene, girtiyên siyasî çênebûne. Û kesek ji bo nerîna xwe ya siyasî nayê girtin. Wek ku hun dizanin jî herêmê me jî, ê Xweseriya Demokratîk roj bi roj çi li Qamişlo bê, çi li warekî dî bê, di vê dema niha de wek ku li ser interneta jî xuya dike û di Girê Spî de jî gelek şaneyên veşartî hene”.
Salih di dawiya axaftina xwe wiha anî ziman û got: “Lê belê wek ku em dizanin mesele ne mesela girtiyên siyasiye, mesele ev Yekîtiya Kurda a ku çêbuye dixwazin astag bikin. Ê ku rastî jî Yekîtiyî dixwaze, ranabe hinceta dernaxe. Em hêvîdikin ku dev ji van hincetê xwe berdin. Ê ku rastî jî durist be em dikarin deste xwe bidin hev. Ev tiştên ku tên kirin jî dibê dijminê Gelê Kurd nakeve xizmetê gelê Kurd. Xizmeta gele Kurd ê ku dixwaze yek rêziyek hebe, tu çi astangiyê jî derxê, manaxwe tu xizmetê dijmin dike”.