NAVENDA NÛÇEYAN
Çapemeniya tirk wekî her carê kor û lal bû
12 saetên ku her saniyeyeke wê ji bo civaka kurd bi qasî salekê dirêj û tije jan û kul bi ser bûyerê re derbas bûn. Serokwezîr Erdogan, wezîrê karê hundir Îdrîs Naîm Şahîn, rayedarên hikûmeta AKP’ê, walî û fermandarên Şirnexê û çapemeniya wan a ji nirx, pîvan û exlaqê çapemeniyê dûr di nav xemsariyeke mezin de bêdeng bûn. Dixwestin wekî her carê komkujiya ku li ser kurdan pêk hatiye ji raya giştî ya cîhanê veşêrin û ser wê binixumînin.
Piştî ku çapemeniya azad di nav kêmderfetiya xwe de li gel hemû astengiyan xwe gihand cihê bûyerê û wekî wijdana mirovahiyê bi dîmen û wênayan wehşeta ku pêk hatiye ragihand cîhanê rayedarên dewletê û çapemeniya wan a kirêt neçar man ku dawî li bêdengiya xwe bînin. Piştî ku dîtin nikarin hovîtiya xwe veşêrin îcar ketin nav hewladanên nixumandina wehşeta xwe û berevajîkirina heqîqetê.
Hewldanên wan nîşaneyên sûcdariya wan bûn
Serokwezîr Erdogan wekî berpirsiyar karibû demildest derbikeve pêşberî kamereyan û bigota li ser agahiyeke şaş ev qezaya dilsoj pêk hatiye, ji malbatan lêborîn bixwesta û hindik be jî li ber dilê malbatan bida. Lê wî ev tişt nekir. Bi ser de ji serfermandarê leşkerî yê gîştî Necdet Ozel ê ku bi bernavkê “Necdetê Kîmyewî” tê nasîn û tîma wî re spasiya xwe kir.
Serfermandarê giştî girêdayî Erdogan bû. Bêyî Erdogan ne pêkan bû ew bi serê xwe fermana wî komkujiyê bide. Komkujî plansaziya dewletê bû û fermana wî Erdogan bi xwe dabû. Serfermandar û tîma xwe fermana Erdogan bêkêmasî anî bûn cih. Ji ber ku fermana wî bê kêmasî hatibû cih spasiya serfermandarê xwe dikir û bi tevî rayedar û çapemeniya xwe ve bi hemû hêza xwe li kujerên komkujiyê xwedî derket û ew diparastin.
Di bêexlaqiya xwe de pîvan nasnekirin
Piştî ku rayedarên AKP’ê qala komkujiyê kirin çapemeniya wan jî wekî ku nû bihîstibe qala bûyerê kir. Pêdivî pê nedît here cihê bûyerê, li gundiyan guhdarî bike û heqîqetê bibîne. Rayedarên AKP’ê gotin çi çapemaniya wan jî heman tişt got û ket nav hewldanên piştrastkirina gotinên wan.
Ji bo parastina kujeran hewl dan ku komkujiyê wekî qezayeke leşkerî ya ji rêzê nîşan bidin. Wê jî têr nekir, hewl dan wan gundiyan ku piraniya wan zarok bûn “terorîst” nîşan bidin. Bi kurtahî çapmeniya hewzê di bêexlaqiya xwe de sînor nasnekir. Karîn di manşetên xwe de bibêjin ku “34 gundî PKK dan bombekirin”. Li gorî wan yên ku bombe barandibûn bêsûc û bêguneh bûn, yên sûcdar û gunehkar ew 34 gundiyên mirî bûn. Çapemeniya hewzê bi wê hewldana xwe ya bêpîvan û bêexleq mirina xwe nîşanî hemû cîhanê da.
Bêguman sedema bêperwabûna wan sûcdariya wan bi xwe bû. Wehşeteke dermirovî pêkanîbûn û li ser sûc hatibûn girtin.
Rayedarên hikûmeta AKP’ê û çapemeniya wê ya bê exlaq bi wê helwesta xwe ya kambax jan û kula birîna Roboskê girantir, kûrtir û dijwartir dikir.
Kêm be jî dengên cudayên ku di nav AKP’ê de derdiketin bi gefxwarinên Erdogan re rû bi rû man. Dengên muxalîf ên ku qala wijdan û heqîqetê dikirin ji hêla Erdogan ve bi îdiaya hevkariya “terorîstan” hatin sûcdarkirin û hatin tepisandin û çewisandin.
Hikûmeta AKP’ê di wijdana mirovahiyê de mehkûm bû
Rayedarên AKP’ê yên ku bi kiryarên xwe yên bêrêz her roj birîna dilê civaka kurd zêdetir bi xwînî dikirin, ji hêla din ve jî ji bo provakasyoneke nû di nav hewldanên kirêt de bûn.
Hikûmeta AKP’ê piştî çend rojan rayedarê fermiyê yekemîn ê ku şand gund qaymeqamê navçeyê bû. Qaymqamê ku bi eslê xwe kurd bû ji bo provakasyoneke nû weke qurbanî hatibû şandin. Dizanîn ku gundî hestiyar in û li dijî dewletê gelekî bi hêrs û bi bertek in û dê qeymeqam qebûl nekin. Lê ji bo bertekên gundiyan yên li dijî xwe binuxumin û komkujiyê ji rojevê derxînin pêdiviya wan bi provakasyoneke nû hebû.
Heke di wê provakasyonê de tiştek bi serê qaymeqam de bihata dê komkujiya çêbûyî rewa nîşan bidana û kuştina qaymeqam ji bo çewisandin û tepisandina civaka kurd ji komkujiyên xwe yên nû re bikirina hincet. Dê leşkerên tirk li her deverê bi awayekî bêpîvan êrîşê gundiyan bikira û komkujiyên nû pêk bianîna. Bi ser de, dê gundiyên dilsoj sûcdar nîşan bidana û dawî li mehkûmiyeta xwe ya di wijdana mirovahiyê de bianîna.
BDP’iyan provakasyona wan vala derxist
BDP’iyan qaymeqam parast û bi selametî ji nav gundiyan derxist. BDP’iynan bi wî hewldana xwe provakasyona wan vala derxist. Provakasyon lê gorî dilê wan pêk nehat. Heke ne wisa bûya, ji ber ku BDP’yiyan qaymeqam parastibûn hewce bû Erdogan spasiya xwe ji wan re bikira. Lê Erdogan wekî ku ji wan re bibêje ‘we çima provakasyona min vala derxist’ bi awayekî tund BDP’î sûcdar kirin.
Piştî ku provakasyona wan vala derket û çend roj bi ser komkujiyê re derbas bûn cîgirê serokwezîr Beşîr Atalay wekî lîstika şanoyê qaşo ji bo sersaxiyê çû gund û li malekê nêzikê qereqolê rûnişt. Ji malbatên dilsoj yek jî neçû gel Beşîr Atalay. Lê li wir bi tena serê xwe ma.
Gundiyan ji bo tespîtkirin û darizandina bersûcan li ber xwe didan. Helwest û berxwedana gundiyan a bi rûmet hesabên rayedarên AKP’ê serûbino dikirin. Hewldanên wan ên kirêt ên bi dek û dolab têrî guhertina rojevê nekir û dawî li mehkûmeyta wan a di wijdana mirovahiyê de neanî.
Sûcdarê herî mezin Erdogan bi xwe ye
Gundiyan tenê tiştek ji rayedarên AKP’ê dixwest. Ew jî wekî berpirsiyar lêborîn xwestin, tespîtkirin û darizandina kujeran bû. Lê rayedarên AKP’ê kujer diparastin û mirî sûcdar dikirin. Wî helwesta wan nîşan dida ku serokwezîr jî di navde rayedarên AKP’ê jî şirîkên sûc in. Ev jî dihat wê wateyê ku dê tu carî sucdar tespît nebin û neyên darizandin.
Li dijî bertek û berxwedana gundiyan û siyasetmedarên kurd û demokratan, AKP neçar ma di meclîsê de ji avakirina lijneya lêkolînê re bibêje erê. Bêguman ev nedihat wê watêyê ku dê AKP destûr bide ku heqîqet derkevin holê.
Sozên ku hatin dayin nehatin cih
Lijneya lêkolînê her carê ku diçû gund soz û bext dida gundiyan ku dê kujeran tespît bikin û bidin darizandin. Serokwezîrê demê Erdogan bi xwe jî soz da bû ku dê destûr nedin ku ev bûyer di reş tarîtiya Enqerê de were windakirin.
Piraniya lijneyê ji AKP’iyan pêk dihat. Bê guman dê xebat û lêkolînên wan jî li gorî gotin û pratîka rayedarên AKP’ê bûya.
Wekî kû dihat payîn, hikûmeta AKP’ê avakirina lijneyê ji bo qezenckirina demê û ji bo xapandin û ewarekirina gundiyan û nixumandina heqîqetê wekî amûr bikar anî. Rapora lijneyê wekî belgeyeke rûreşiya mirovahiyê di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt.
Lijneyê soz û bexta ku dabû gundiyan yek jî neanî cih. Belge û agahiyên ku der barê berpirsiyarên komkujiyê de di çapemeniyê de cih girtibûn hemû tine hesibandin. Wekî ku dihat payîn di rapora xwe de berpirsiyarên komkujiyê parastin û ser heqîqetê nixumandin. Komkujiya 34 kesan wekî qezayeke leşkerî ya ji rêzê nîşan dan.
Rapora lijneyê di wijdanan de hat mehkûmkirin
Ne gundiyan ne jî kesên xwedî wijdan rapora lijneya lêkolînê ya meclisê qebûl nekirin. Têkoşîna gundiyan a heqîqetê dewam kir. Gundiyên ku li dijî bêwijdaniyê li ber xwe didan bi zext û zordariya dewletê re rû bi rû man. Gelek caran bi gefxwarinên Erdogan û rayedarên AKP’ê re rû bi rû man, gelek caran hatin binçavkirin, gelek caran hatin girtin û cezayên cur bi cur li wan hatin birîn. Lê dev ji têkoşîna xwe ya rûmetê bernedan.
Lêpirsîn bê encam bi dawî bûn
Der barê komkujiyê de lêpirsîna yekemîn ji hêla dozgerê Qilebanê ve hat vekirin û biryara veşartî danî ser dosyayê. Dûre dosya hewaleyê serdozgeriya leşkerî ya Amedê kir. Serdozgeriya leşkerî ya Amedê biryara neerkdariyê da û dosya şand serdozgeriya leşkeriya baskê artêşê yê duyemîn. Serdozgeriya baskê artêşê yê duyemîn jî heman biryar da û dosya ji şand serdozgerê Amedê yê sivîl re. Serdozgerê Amedê jî heman biryar da û dosya şand serdozgeriya leşkerî ya fermandariya giştî ya Enqereyê.
Tenê navê 5 kesan di dosyaya lêpirsînê de hebû. Serdozgeriya leşkerî ya giştî piştî lêpirsina xwe ya qaşo di biryara xwe de got; “Pêdivî bi darizandina van 5 kesan jî tune ye” ew bêsûc û bêguneh îlan kirin û dosyaya lêpirsînê bin cil kir. Bi wê biryarê pêvajoya lêpirsîn û dozan bi dawî bû.
Li holê sûcê mirovahiyê heye, lê bersûc tune ye
Pêvajoya lêpirsîn û dozan bi qasî 2 sal û 7 mehan dewam kir û bêencam bi dawî bû. Kujer nehatin tespîtkirin û ji kesî hesab nehat pirsîn. Li holê sûcê mirovahiyê hebû. Jê 19 zarok 34 kes bi hovîtiyeke nedîtî hatibûn qetilkirin lê yek berpirsiyar û yek bersûc li holê tune bû.
Malbatan Serî li dadgeha destûra bingehîn dan. Dadgeha destûra bingehîn piştî 4 sal û nîvan di 16’ê sibata 2016’an de bi hinceta belgeya kêm (a ku parêzeran ji ber sersariya xwe neşandibû) doz red kir û pêvajoya hiqûqî ya li Tirkiyeyê bi temamî bi dawî bû.
Wekî her carê kujer hatin parastin
Dadgehan jî li ser şopa rayedarên AKP’ê û rapora lijneya meclisê biryarên xwe didan. Dadgehên ku her peyameke, her hewldaneke, her twîteke gundiyên dilsoz dikirin mijarên dozan û dikirin hinceta cezayan, dozgerên ku ji bo êrîşa li dijî qaymeqam demildest doz vekirin û bi dehan gundiyên dilsoj digirtin û li wan ceza dibirîn, sûcê dij mirovahiyê komkujiya 34 kurdî nedikirin mijara dozan û nedikirin sedema cezakirinê.
Dozger û dadgehên Tirkiyeyê bi biryarên xwe careke din nîşan dan ku li vî welatî kuştina kurdan her tim rewa ye û tu kes ji ber kuştina kurdan nayê darizandin û nayê cezakirin.
Heke berpirsiyar bihatina tespîtkirin û serokwezîr lêborîn ji wan malbatan bixwesta belkî gundî û civak qanih bibûna ku ew komkujî wekî wan gotî bi şaşî û bi qezayê bê hemdê wan pêk hatiye. Belkî qanih bûbûna ku komkujî ne plansaziya dewletê ye, bi zanebûn û bi fermana Erdogan pêk nehatiye.
Têkoşîna hiqûqî di DMM’ê de didome
Piştî biryara dadgeha destûra bingehîn jî malbatan dest ji têkoşîna xwe hiqûqî bernedan. Serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dan. Têkoşîna hiqûqî niha li Dadgeha Mafên Mirovan didome.
Civaka kurd kujeran dinase
8 sal bi ser komkujiyê re derbas bûn. Lê yek berpirsiyar û yek bersûc li holê tune ye. Bi awayekî zelal diyar e ku rayedarên AKP’ê û dadgehên wan bi hemû hêza xwe hewl didin berpirsiyar û kujeran veşêrin. Ew çiqasî hewl bidin veşêrin jî gundiyên Roboskê û civaka kurd kujerên xwe baş dinasin. Yên siyasî û yên leşkerî, ji jor heta jêr, yên ku destê wan di nava wê komkujiyê de hene yek bi yek tên zanîn û tên nasîn. Dê li benda roja hesabdayîna xwe bin.
Ji bo ku berpirsiyarên komkujiyê dernekevin holê û bi hesabdayînê re rû bi rû nemînin Erdogan û tîma xwe dixwazin gundiyên Roboskê û civaka kurd dev ji têkoşîna xwe ya edaletê berdin û komkujiyê ji bîr bikin. Ji bo wê jî her roj gefan li gundiyan û li civaka kurd dixwîn.
Yên ku di komkujiya Roboskê de hatin qetilkirin zarok û birayên me bûn. Ew ji ber ku kurd bûn ji bo bêdengkirin û çongdanîna civaka kurd hatin qetilkirin. Jana dilê wan malbatan jana dilê civaka kurd e. Lewre her kurdek xwedî rûmet dê tu carî komkujiya Roboskê ji bîr neke û dest ji têkoşîna xwe ya edaletê bernede. Kurdê bi rûmet dizane ku, dest ji têkoşînê berdan û jibîrkirin xiyanete.
34 gundiyên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan;
Karker Encu, Seyîthan Encu, Nadîr Alma, Mehmet Alî Tosun, Şervan Encu, Nevzat Encu, Osman Kaplan, Ozcan Uysal, Selîm Encu, Vedat Encu, Muhammet Encu, Mahmsûm Encu, Bîlal Encû, Erkan Encu, Husnu Encu, Savaş Encu, Cîhan Encu, Cemal Encu, Serhat Encu, Hamza Encu, Celal Encu, Şerafettîn Encu, Selam Encu, Bedran Encu, Fadil Encu, Huseyîn Encu, Aslan Encu, Şivan Encu, Orhan Encu, Zeydan Encu, Salîh Encu, Yuksel Urek, Adem Ant, Salîh Urek…
Di salvegera 8’emîn de em wan bi rêzdarî bi bîr tînin.