NAVENDA NÛÇEYAN – Sala 2019’an ji bo Îranê salek ya kirîzê bû, siyaseta bêdengkirin û înkarê ji aliyê dewletê ve berdewam bû. Kirîza aborî, daketina nirxê Riyal li beramberî dolar, Îranê ber bi kirîzek giran a aborî ve bir. Li aliyê din nerazîbûn û xwepêşandanên çînên cuda ên civakê ku di sala 2018’an de destpêkiribûn, di sala 2019’an de jî berdewam kirin. Yên herî zêde xwepêşandan li dijî siyaseta hikûmetê kirin Xwendekar, mamosta û karker bûn. Her wiha lehiya ku li Rojhilatê Kurdistanê da, aloziya li ser bernama etomî ya di navbera Emerîka û Îranê de her wiha xwepêşandanên li seranserî Îranê ku di meha Mijdarê de pêkhatin bûyerên îsal ên herî giring bûn ku li Îran û Rojhilatê Kurdistanê rûdan.
Di destpêka serê salê de li Rojhilatê Kurdistanê zextên rejîma Îranê yên li ser aktîvîstan berdewam kirin. Di nava hefteyekê de li bajarên Sine, Kamêran û Bane yên ser bi bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê 12 aktîvîstên siyasî û jîngehparêz hatin destgîrkirin û birin girtîgehên Îtilaatê (dezgeha îstîxbaratê ya Îranê).
Qetilkirin û birîndarkirina kolberan ku rojane di çapemeniya Kurdî de nûçeyên wê têne dayîn, ji destpêka salê ve heta niha berdewam dikin. Roja 2’ê meha Çile nûçeya birîndarkirina du kolberên ji Kirmanşan û Baneyê hat. Ji destpêka salê ve hejmareke zêde kolber û karker li ser sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistan – Bakur û Başûrê Kurdistanê de di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de hatine qetilkirin yan jî birîndar bûne. Piraniya van kolber û karkeran xelkê parêzgehên Ormiye, Sine û Kirmanşanê ne.
Roja 5’ê Çile tevayî girtiyên ji doza PJAK û PKK’ê li dijî tecrîda li ser Rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li girtîgehên Îranê dest bi greva birçîbûnê kirin.
Roja 5’ê Çile di saet 16:45’an de erdhejek bi hêza 5.9 ya ku navenda wê li bajarê Gêlan ê ser bi parêzgaha Kirmanşanê bû pêkhat. Li piraniya bajarên Rojhilatê Kurdistan û Başûrê Kurdistanê erdhej hate hîskirin. Li gorî bîlançoya ku Zanîngeha Zanistên Bijîşkî ya Îranê, di encama erdhejê de zêdetir ji 100 kesan birîndar bûn û ziyaneke zêde ya madî bi xwere anî.
Roja 31’ê Çile Rojnameger û Romannivîs Behroz Bûçanî ku penaberekî Kurd ê ji Îlamê ye ku pênc sal bûn ji aliyê hikûmeta Awûstralyayê ve li girava Manûsê hatibû destgîrkirin, xelata Vîktoryayê ya herî giranbiha ya wêjeyî ya Awûstralyayê wergirt. Ji ber nivîsandina romana “Ji derveyî çiya ti dostekî din ê me nîne” xelat wergirt.
Roja 3’ê Sibatê Wezîrê Pêywendiyan û Teknolojiya Zanistî yên Îranê Mihemed Cewad Azerî diyar kir ku sê pisporên atomî yên Îranê di bûyerekî şewatê de li navendek ya lêkolînên asîmanî li nêzê Tehranê de mirine. Ya balkêş ew bû ku rojek ji beriya wê rojnamevanê Îsraîlî Îdî Kuhen li ser hesabê xwe yê Twîtterê ku xwe dispart zanyariyên çavkaniyeke ewlehiya Îsraîlê, ragihand ku Îsraîlê sibeha duh heft pisporên atomî yên Îranê kuştine.
Roja 13’ê Sibatê li parêzgeha Sîstan û Beluçîstan ku dikeve Başûrê Rojhilatê Îranê, li hemberî otobusek ya hêzên pasdarên Îranê êrîşeke xwekujî pêkhat. Di encamê de 20 pasdar hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.
Piştî vê êrîşê çend saetek koma bi navê Ceyş Edil ku komekî dijber a Belûçî ne, berpirsyartiya êrîşê girtin ser xwe.
Roja 21’ê Adarê tevî astengiyên rejîma Îranê jî li piraniya gund, navçe û bajarên Rojhilatê Kurdistanê gelê Kurd cejna Newrozê pîrozkirin.
Bi destpêkirina werza Biharê re li Bakurê Îranê lehî rabû û rêya 270 gundan hate girtin. Bajarokek li gel 20 gund hatin valakirin. Her wiha 9 kesan jiyana xwe ji dest da û ziyaneke mezin gihişt şêniyên herêmê. Piştre lehî li bajarên Rojhilatê Kurdistanê jî da û di encama wê de zêdetirî 70 kesan jiyana xwe ji dest dan û 768 kes jî birîndar bûn. Her wiha ziyaneke mezin a madî jî bi xwe re anî.
Roja 8’ê Nîsanê Serokê Amerîkayê Donald Trump biryara ku têde dihat xwestin Supayê Pasdaran a Îranê bixînin nava lîsta terorê, îmze kir. Li gorî vê biryarê hemû peywendiyekî bi Supayê Pasdaran re wekî alîkariya bi terorê re were pênase kirin.
1’ê Gulanê Roja Cîhanî ya Kedkaran li Îran û Rojhilatê Kurdistanê welatî bi drûşmeya “nan, kar, azadî mafê me ê yê sereke ye” daketin qadan. Di çalakiyan de nerazîbûn nîşanê rewşa aborî û siyasî ya desthilata Îranê dan. Hêzên rejîmê jî li gelek cihan êrîş birin ser çalakvanan û gelek kes ku di nav de jin jî hebûn destgîrkirin.
Roja 8’ê Gulanê Serokkomarê Îranê Hesan Rûhanî got ku ger Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî dîsa dosyaya nukleerê veke wê bersiveke ‘Tund’ bidin û li gel vê jî peyam da ku ew ji “Muzakereyan re hazir in.” Ruhanî got: “Em dest bi şer nakin, lê xwe radest jî nakin û emê hilberîna oraniyûmê zêdetir bikin.” Piştî van daxuyaniyan Amarîkayê keştiyek şer a fûze lê barkirî şand Kendavê.
Roja 12’ê Hezîranê dema ku Serokwezîrê Japonyayê Shînzo Abe li Tehranê bû, li avên Îranê li derya Omanê li dijî du keştiyên petrolê êriş pêkhat. Yek ji van keştiyan jî ya Japonyayê bû. Piştî vê êrîşê Donald Trûmp fermana şandina hezar leşkerên din ên Amerîkî ji bo Kendavê da. Her wiha gelek balafirên ji cûreya F-15’an şand balafirxaneya leşkerî ya Zefre ya li Îmaratê.
Roja 20’ê Hezîranê Supayê Pasdarên Îranê ragihandin wan balafirek bê mirov a Emerîka xistine xarê. Piştî xistina balafira bê mirov a Emerîkayê gelek welatên cîhanê geşt û firîna li ser asîman û avên Îranê yên Kendav û derya Omanê qedexe kir.
Roja 1’ê Tîrmehê Berdevkê Saziya Enerjiya Atomî ya Îranê Bêhrûz Kemalvendî civîneke çapemeniyê pêk anî û got: “Ji îro û pê ve kar destpêkiriye ku rezervên ûraniyûma dewlemendkirî ji 300 kîlogramî zêdetir bibe.”
Roja 14’ê Îlonê konferansa şêwra netewî ya Rojhilatê Kurdistanê li paytexta Swêd Stokholmê hate lidarxistin.
Roja 23’ê Îlonê karkerên Heft Tepe bi daxuyaniyekê ragihandin ku karkerên Heft Tepe li dijî derxistina 21 hevalên xwe dest bi grevê dikin. Her wiha diyar kirin ku destdirêjî ser mafê karkeran tê kirin û divê xwediyên kar bersiva karkeran bidin. Çalakiya karkeran demekî dirêj berdewam kir û gelek karker ji aliyê hêzên rejîmê ve hatin destgîrkirin.
Roja 10’ê Cotmehê gelek kesayet, aktivîstên civak sivîl û rêxistinên parastina mafên mirov ên Îranê ji Sekreterê Neteweyên Yekbûyî re nameyek şandin û daxwaza rawestandina êrîşên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kirin.
Piştî dewleta Tirk û çeteyên wê êrişê ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê kir, gelê Rojhilatê Kurdistanê ji bo piştgiriyê bidin berxwedana Rojavayê Kurdistanê, li gelek bajar û navçeyan daketin qadan û erîşên dewleta Tirk şermezar kirin.
Roja 5’ê Mijdarê Wezareta Xezîneya Amerîkayê kurê Rêberê Îranê Elî Xameneyî, Mucteba Xameneyî û 8 rayedarên Îranê yên nêzî Xameneyî xiste lîsteya ambargoyê. Li gorî daxuniya Wezareta Xezîneya Amerîka, ev kesên ku xistine nava lîsteya ambargoyê, destê wan di êrîşên terorîstî yên Lûbnan û Arjantînê de hebûn.
Roja 8’ê Mijdarê li gorî ragihandina Îranê, serê sibehê di saet 02:17’an de erdhejek bi pileya 5.9 li Başûrê eyaleta Azerbeycan çêbûye û di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da.
Hate gotin ku erdhej li bajarên Miyane ya eyaleta Azerbaycana Rojava û bajarê Tewrêz ya eyaleta Azerbaycana Rojhilat, Zencan, Gîlan û Erdelanê jî hatiye hîs kirin. Hat diyarkirin ku 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 312 kes jî birîndar bûn. Herwiha 30 xanî jî bi temamî xirabbûn.
Şeva 14’ê Mijdarê ji nîşkan ve televîzyon û medya fermî ya Îranê ragihand ku ji saet 24.00’an û şûn ve nirxê benzînê wê sê qat zêde bibe. Li dijî vê bihabûna benzînê roja 15’ê Mijdarê li bajarên başûrê Îranê xwepêşandanan destpêkirin. Rojek piştî wê jî xwepêşandan belavî seranserê Îran û Rojhilatê Kurdistanê bûn. Roja 16’ê Mijdarê jî xetên înternetê hatin qutkirin. Di van xwepêşandanan de hêzên rejîmê bi awayek tûnd êrîşê xwepêşanderan kirin. Di êrîşa hêzên rejîmê de bi sedan xwepêşanderan jiyana xwe ji destdan û bi hezaran kes jî birîndar bûn. Her wiha bi sedan xwepeşander jî hatin destgîrkirin û girtin.
Şeva 5’ê Kanûnê di şahiyek zewacê ya li bajarê Seqiz a ser bi Rojhilatê Kurdistanê de, ji ber belavbûna gazê, di nava holê de teqînek çêbû. Di teqînê de 5 jê zarok 11 kesan jiyana xwe ji dest da û 34 kes jî birîndar bûn.