ENQERE – 11 roj cezayê hucreyê li girtiyê nexweşîna giran Mehdî Boz ê li dijî derpkirina gardiyenan li ber xwe da, birîn.
Li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmara 1 a Xarpetê, girtiyê nexweşîna giran Mehdî Boz, ji ber ku li dijî gardiyenên di legerîna qawîşê de alavên wan belavkirin derket, hat derpkirin û yareyadarên girtîgehê di ser de jî, 11 roj cezayê hucreyê li Boz birîn.
Mehdî Boz ê gelek nexweşiyên wî yên giran hene, tiştên jiyan di hevdîtina telefonê de, ji xwişka xwe Necla Er re evgotin.
Er, derbarê hevîtina bi birayê xwe re kir de, ev agahî dan:
“Roja ku derkevin hevdîtina telefonê, gardiyan bi ser qawîşa wan de digire. Di qawîşa birayê min de girtiyê bi navê Ahmet Elman dimîne. Gardiyenên dikevin qawîşê, odeya wan ser û bin dikin. Hemû alavên wan davêjin erdê. Birayê min û hevalê wî Ahmet Elman ji stû û milên xwe tên derpkirin.
11 ROJ CEZAYÊ HUCREYÊ DANÊ
Birayê min li dijî derpkirina gardiyenan li ber xwe dide. Rêveberiya girtîgehê li ser vê yekê lêpirsînê derbarê birayê min de ve dike û di encama lêpirsînê de jî 11 roj cezayê hucreyê didin birayê min. Rewşa birayê min nebaşe û derbarê jiyana wî de fikarên min hene.”
Er, da zanîn ku gelek nexweşiyên birayê wê hene û li gel vê yekê jî rastî mûameleya xerab a rêveberiya girtîgehê tê.
MEHDÎ BOZ KIYE?
Mehdî Boz, ji sala 1995’an ve girtiye. Boz, di nava 24 salên girtîmayîna xwe de, sewqî girtîgehên Bolû, Amed, Îzmît, Mûş, Sêrt, Bîstlîs, Qeyserî, bi giştî 14 girtîgehan hatiye kirin. Li gorî raporên ÎHD’ê Mehdî Boz di nava girtiyên nexweşîna giran de cih digire û her ku diçe rewşa wî xerabtir dibe.