NAVENDA NÛÇEYAN – Navenda Ragihandinê ya QSD’ê têkildarî operasyonê daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate gotin; “Ji alî Tîmên Operasyonên Taybet ve 30’ê Kanûnê, li dijî hucreyeke DAIŞ’ê li herêma Şedadê operasyonek serkeftî hat li dar xistin. Hucreya ku hatiye bê bandorkirin, amadekarî dikir ku di roja sersalê de, bi seyareyên teqemenî li Qamişlo, Hesekê û Dêrikê êrîş li dijî gelê sîvîl pêk bîne û komkujiyan bike. Di operasyona serkeftî de serçeteyê bi navê Furat Siltan Hisên (nasnav Ebû Mûnzir) ê ku bi eslê xwe ji Iraqê ye hate girtin.
Herwiha çeteyê bi navê Ehmed Mihemed el-Ebîd ê ku seyareya bombebarkirî li Qamişlo vedişart jî hat girtin û seyare di bin venêrîna hêzên pispor de hat rûxandin.”