NAVENDA NÛÇEYAN – Hêzên Rizgariya Efrinê (HRE) têkildarî çalakiyên hêzên wan ên li dijî dagirkeriya Tirk daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniya HRE de hate gotin; “Li dijî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li Efrîn û herêmên derdora wê çalakî û operasyonên hêzên me bê navber berdewam dikin.
Hêzên me di dîroka 30’ê Kanûnê de li gundê Tiwês yê bi ser herêma Babê de bi çalakiyek sabotajê, çeteyên koma bi navê Lîwa Weqas hedef girtin. Di encamê de 3 çeteyên koma navborî birîndar bûn.
Hêzên me di dîroka 31’ê Kanûnê de li gundê Soran yê bi ser herêma Ezazê de bi çalakiyek sabotajê, çeteyên girêdayî Polîsên Leşkerî hedef girtin. Di encamê de 4 çeteyên Polîsên Leşkerî birîndar bûn.
Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê gundên Soxanekê, daristanên Soxanekê, Aqîbê yê bi ser navçeya Şêrawa û gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarixa yên bi ser navçeya Şera a Efrînê nêzîkê 70 topên obusê bi dijwarî topbaran kirin. Di heman demê de ji doh de artêşa dagirker tevgera balafirên keşifê li ser navçeya Şêrawa û Şera dabû destpêkirin, hêj berdewam dike.”