NAVENDA NÛÇEYAN
Du deryayên pêl aram, du lehiyên ji evînê, du stêrkên ji find bûn çavên wê. Ew çavên wê yê reş û belek asoyên bê sînor bûn. Ew çavên wê yê reş û belek azmaneke sahi, tije hêvî û ronî bûn. Çavên wê cîhaneke pir reng bû. Ew jî rengek ji rengên Kobaniyê, rengek ji hebûna jinê bû. Ew dengek ji dengvedana ciwanan û yek ji rastiyên berxwedanvaniya jinê bû.
Xwînda Zagros yek ji cangoriyên azadiyê ku di berxwedana rûmetê, berxwedana Kobaniyê de canê xwe fedaî doza mirovahiyê kiribû. Hîn çend meh nebibûn ku ew û xwîşka xwe Sonda tevlî nava refên YPJ’ ê bibûn. Êrîşî çeteyên DAÎŞ li ser hebûn, rûmet û jiyana li Kobaniyê dijwar bibû. Lê ew xende bû ku ruxmî hemû êş û azar, ruxmî hemû zor û zehmetî çavên Xwîndaya Kobaniyê dibiriqand. Li Kobaniyê di wê berxwedanê de ; Xwînda zagros xwîn da, evîn da û can da welat.
Keça çeleng hîna zêde fêrî ezmûnên şer nebibû ku kete nava şerkî giranç.Lê ew zû fêrî jiyana şervantiyê bibû. Her gavekî wê di jiyana şervantiyê de gavên bi wate bû, ji ber ku wê jiyana azad ji bo xwe armanc kiribû. Wê tu carî nikaribû bihiziriya ku wê gelê Kurd li Kobaniyê di bin şûrê tarîperstan de jiyan bike. Ji bo wê çi ji destê wê dihat dikir. Li bajarê wê ceng giran bû. Şer şerê rûmetê bû. Ew jî kaça vî bajarî bû, ew jî weke wewlatiyên Kobanê berxwedêr û serhildêr bû. Di kêliyên berxwedanê de wê jî milê xwe da milê hevalên xwe, bi wan re destanên berxwedaniyê xêz kir û li ser axa Kobanê çanda berxwedaniyê bi kurahî çandin.
Di kêliyên berxwedanê de ji her milî ve li ser wan de agir dibarî. Çavên cîhanê hemû li ser wan bû. Her kes matmayî mabû ev ciwanana wê çawa li hember vî dijminî dirinde li berxwe bidin, ew ê çawa di nava wî agirî de jiyan bikin û serkeftinê misoger bikin. Lê wêneya şervanan ji cîhanê re rûliken û avsanewî belav dibû. Xwînda jî şervaneke rû li ken yê wê berxwedanê bû. Xenda li ser lêvên wê tu car nediçilmisî. Ew jî weke hemû hevalên xwe yê berxwedêr bi rûkeniya xwe ya di nava wî şerê giran de dunya matmayî hîşt. Rûkeniya wan serhildanek bû li hember her kesên ku dixwazin jiyanê li mirvahiyê tarî bikin.
Xwînda di dema şerê giran da pir bi lebat bû. Çi kar dikete pêşiya wê dikir. Hîn tiliyên wê yê narîn fêrî rakirina giraniyê nebibû lê wê çeka xwe ji destê xwe danedianî. Lê xwezî we dîtibaya ku çeka Xwîndaya Kobaniyê çiqas lê dihat, ew û çeka xwe bibûn wêneyek ji ciwanî û bedewiya şervanên di wê berxwedanê de.
Ew kuda biçûya diket mêjî û dilê hevalan. Ne gengaz bû ku hevalek ew keça esmer û xwîn şîrîn ji bîr bike. Bi narînî tevdigeriya û bi narînî meyzeyî hevalên xwe dikir. Her dem weke nêrgizeke ku her demsal keş dibe, bû. Li kêleka narîniya xwe jî ewqas bi cesaret bû. Ew li hember dijminekî ku artêşên mezin yên xwedî hemû çekên giran li hemberî nikanibûn rawestin. Xwînda bi saetên dirêj bi tena serê xwe li gel hevalek xwe yê ku şehîd ketibû dimîne. Dijmin dora wê pêçabû lê wê hevalê xwe yê şehîd bi cî nehîşt ta ku heval hatin û hevalê şehîd ji wir birin. Hevala Xwînda tu car nehizirî ku hevalê xwe yê şehîd bi cih bihêlê. Wê demê ne ezmûnên wê yê şer zêde hebû ne çekên giran li gel wê hebû bi tenê wêrekî û girêdana dozê girêdana hevaltî li gel wê kûr û dijwar bû. Li hemberî Xwînda jî dijminekî ku seriya jê dike, tecawiz dike û ji mirvahiyê tu nesîb negirtiye, hebû. Dijminekî ku artêşên mezin bi çek û cebilxane lerizandiye û teslîm wergirtiye hebû. Lê Xwînda ; wê keça narîn, wê şervana nû bi cesaret di nava agirên dijwar de li berxweda. Ew jina bi rûmet tu car ji çeteyên DAÎŞ netirsiya. Wê jî weke hevalên xwe digot ; “mirin ji kur tê bila were rûmeta me li ser her tiştî raye. Ya jiyanek bi bûmet ya mirin.’’ Wê wiha digot: “em îro li dijî çeteyên DAÎŞ’ ê şer dikin. Çeteyan wer difikirîn ku em ê binbikevin û radestî wan bibin. Lê ne wisaye, em serdikevin. Em ê li berxwe bidin, em ê bi xwîna xwe û bi canê xwe li berxwe bidin. Îro em weke hêzên parastina gel û hêzên parastina jin, parastina hemû gelan dikin, ji ber ku çeteyên DAÎŞ ê dijminê hemû gelan in. Pêwîste hemû gelên azadîxwaz werin û pişgiriya me bikin. Em bi kelaşnîkofa di destê xwe da şerê dijiminekî ku xwedî hemû derfetên çekên giran û moderne, dikin. Dîsan em biserdikivin. Dema ku çete dibêjin ‘alahû akber’ ew difikirin ku em ê bitirsin û radestî wan bibin. Berûvajî em hîn hêz digrin.”
Xwînda şopdarê riya heqîqetê bû. Wê qala wê şopdariyê ne dikir, lê tevahî jiyana wê, nêzkatiyên wê yên di nava jiyanê de şîroveya vê rastiyê bûn. Şoreşê her dem ew dikşand nava xwe, wê jî bi her gaveke xwere şoreşek ava dikir. Berxwedana Kobanê hîmên şoreşa rojava diparast. Çeteyan dixwestin bi xistina Kobanê re hemû Rojava bibin bixînin. Her wiha dixwestin ji cîhanê re bêjin, ‘vaye berxwedêrên herî mezin nikanibûn li hember min rawestin. Êdî tu kes xwe neceribîne ev cîhan ê bibe ya min.’ Lê şervanên YPG û YPJ’ ê parastina mirovahiyê kirin. Xwîna xwe dan, canê xwe dan ji bo ku mirovahî li ser piyan bimîne. Xwînda Zagros û hevalên wê şahidiya rizgarkirina bajarê Kobaniyê kirin. Ew di wan kêliyan de gelek kêfxweş bû, cîhanê têre kêfxwaşiya wê nedikir. Wê dixwast wê rojê li ser azmanê bajarê Kobanê bifire ta ku her dera Kobanê bibîne. Ji ber wê bi hevalên xwere hilkişiya ser kaşê Miştenûr û bi wan çavên xwe yê xweşik li bajarê rizgarikirî tameşe kir. Bajar hat rizgarkirin lê li pêşiya wan gelek gundên Kobanê mabû. Bi vî awayî hevala Xwînda berê xwe da gundên ku dikeve rojhelatê Kobanê.
Şervanên YPg û YPJ’ ê gund bi gund tevahî herema Kobanê ji destê çeteyên DAÎŞ’ ê derxistin. Hevala Xwînda jî di dema rizgarikirina gundê Solanê bû şitlek ji şitlên kurdistanê. Bû tuxmek û di nava axa Kobaniyê da hat çandin. Bû tuximek daku welat bi rengan bixemile…
Avaşîn Kobanê